Cewher Xefûr Îsmaîl, nasraw bi (Cewher Aẍayê Xefûr Aẍayê Lêwje), sala 1928 li gundê Lêwje li nahyeya Nawdeşt li qezaya Qeladizê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, xwendina seretayî li bajarê Ranyeyê xwendiye, xêzandar bûye, xwediyê şeş kuran bûye.

Sala 1961 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel xizmên xwe hêzek pêk aniye, sala 1970 pileya serleq li hêza Kawe wergirtiye, sala 1974 hatiye kirin fermandeyê batalyon û beşdarî şerên Kêwereş û Derwe Kotir û Rêşwan û Helşo û Aşî Zade kiriye.

Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê vegeriyaye gundê xwe. Sala 1976 peywendî bi hêza Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê kiriye, li gel Elî Ko û Ehmed Nebî û Elî Kurde û Mela Şêx Mihemed li binarê Qendîl dibin. Sala 1977 li gel Artêşa Iraqê rûbirû dibin û şerekî sext dikin û çendîn pêşmergeyên wan şehîd dibin, piştî wî şerî hevser û şeş ji kurên wî ji aliyê rêjîma Iraqê tên girtin û maweya salekê li Semawê tên zîndanîkirin.

Sala 1977 dest ji pêşmergatiyê berdide û malê dibe Hewlêr, Sala 1987 dubare peywendî bi hêza Pêşmerge dike, di 17ê tebaxa 1987 li gel 50 pêşmerge çalakiyekê pêk tînin. Heyva mijdara sala 1987 awareyê Îranê dibe û li gundê Emnce li Pîranşar niştecî dibe. Sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vedigere û beşdarî raperînê dibe.

Di 16ê tebaxa 1996 di Yûbîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.