Jînenîgarî

Hadê Heskoyê Îbrahîm, sala 1928an li gundê Važê ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya şoreşa yekem a Barzan ku Şêx Ehmed Barzanî û hejmareke mezin ji malbatên barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, navborî di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmed Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî tevahiya wan malbatên ku ligel Şêx Ehmed awareyê bakurê Kurdistanê bûbûn, tên başûrê Kurdistanê. Heskoyê bavê wî sala 1935an li Geliyê Şikeftû şehîd bûye.

 Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de wergirtiye, her du zimanên kurdî û rûsî zanibûye, di 12ê gulana 1966an de di şerê Baskê Derê de şehîd bûye û li Gerûyê Bêşê hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Mûrîkî kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji komarê kiriye.

 Piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û Miyanduawê kiriye, herwiha ji wan pêşmergan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navborî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1959an rêveberê kargeha şekir bûye li Mûsilê, sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, heman salê di şerên Çiyayê Pîrs, Gêrê, Baskê Derê beşdar bûye û di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê kiriye, herwiha ji aliyê General Mistefa Barzanî fermandariya pêşmergên Serê Sadê li serûyê Geliyê Zenta jê re hatiye spartin, di 4ê tebaxa 1963an de beşdarî şerê Barzan û di 6ê tebaxa 1963an de beşdarî şerê Rêzan kiriye, sala 1965an amirê batalyonê bûye û sala 1965an beşdarî şerê bereya Rewandizê kiriye, di 12ê gulana 1966an de di şerê Baskê Derê de şehîd bûye û li Gerûyê Bêşê hatiye veşartin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêžûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samirî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  5. Sefer Yûsif Mîrxan, dayka Felek Mîrxan dayka Pêşmerge koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5371, Hewlêr, 17ê çiriya pêşîn a 2017an.
  6. Şeban Elî Şeban, hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013), r. 38.
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê – 2013).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
  9. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).
  11. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  12. Ebdulla Ehmed Resûl Pêşderî, Paşko ya bîranînên min di Şoreşa Îlonê de, bergê duyem, (Silêmanî - Çapxaneya Şehîd Azad Hewramî - 2007).
  13. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  14. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15ê nîsana 1959an.
  15. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-neşr - 1979).
  16. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  17. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961-1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  18. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).