Hedo Qadir Qadir, sala 1927 li gundê Bawe ser bi nahiyeya Goretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, Qadirê bavê wî ku bi Qadir Barzanî naskirî bû di şerê Komara Dêmokrata Kurdistanê de şehîd bûye. Hedo Qadir şarezayî di her du zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, di 27 li ser 28ê sibata 2003an de koça dawî kiriye û li goristana Mêrgesorê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, heman sal beşdarî şerê Sêberxoyê bûye ku dikeve navbera qezaya Mêrgesor û gundê Bawe, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdar bûye di girtina binkeya polîsên Meydan Morîk.
Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê berdewam bûye li pêşmergatiyê, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye. Piştî neskoya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê bûye. Herwiha di şerên Henderên û deşta Diyana beşdar bûye. Beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û dastana Zozikê kiriye û di raperîna xelkê Kurdistanê di sala 1991ê de beşdar bûye.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





