Jiyanname

Hemoyê Silêman Reşîd, sala 1917 li gundê Hîzan ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, du caran jiyana hevseriyê pêk aniye û hevjîna yekem navê wê Xanzad bûye û hevjîna duyem xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1968 li Derya Horê koça dawî kiriye û li gundê Şifkê hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1932 peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Iraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945 berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê.

 Di 31ê adara 1946 li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Pêşmerge bûye û di şerên bereya Seqizê de beşdarî kiriye, di 19ê nîsana 1947 biryar daye ku di bin fermandariya General Mistefa Barzanî di berxwedanê de berdewam be, di 23ê gulanê ya heman salê de her di destpêka rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê li gundê Dirê bi sedema bordûmana firokeyên hêza asmanî ya Iraqê bi dijwarî birîndar bûye û li ser daxwaza Mela Mistefa Barzanî radestî muxtarê gund tê kirin ku bê veguhastin bo Şêrwan û radestî hikûmetê bê kirin, ji bo vê mebestê sê çek dane muxtarê gund, lê muxtarê gund navborî radestî Komara Tirkiyeyê kiriye, ji bo heyama şeş sal û şeş mehan hatiye zindanîkirin, dûre hatiye azadkirin û vegeriyaye gundê Barzan, li wir jî caşan navborî radestî rejîma Iraqê kirine û ji bo heyama sê salan li Kerkûkê hatiye zindanîkirin, sala 1958 hatiye azadkirin, sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye.

Çavkanî:

 

  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe vedigêrît, beşê yekê, kovara Metîn, liqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna yekê 19995z.
  3. Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).
  4. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ceifer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  5. Siyamend Mehmûd Sêlkî, Karwanê serfiraziyê, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Pak - 2006z).
  6. Ebas Xezalî Mîrxan, Dastana derbaskirina Arasê bawerî û dadperwerî pilana dijminan hûr û xaş kir, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3714, Hewlêr, duşem 17ê hezîrana 2002z.
  7. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  8. M. Ehmed Mihemed Çîço, Ji bo dîrokê di bîranîna Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya Şehab - 2010z).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  10. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).