Ibrahîm Hesen, sala 1910 li gundê Bêbêlê ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Gul Xidir bûye û kurek û keçek bi navên Huseyn Ibrahîm ji dayikbûyê 1941 û Helîme Ibrahîm ji dayikbûyê 1942 hebûne.
XebatnameYek ji wan hevalan bûye ku cenral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de di civîna gundê Ergoşê de bûye ku Barzanî hevalan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamî û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya cenral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xurek û kinc û hatûçûnê de wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî dest bi cih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin di barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana cenral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an li gel hevalan bi keştiya Groziya, di rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û serpel bûye û heman sal li Çiyayê Qelender şehîd bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004)
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, formê Ibrahîm Hesen Ibrahîm, di rêkevta 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.
- Nass qerar lecnat el-efw el-am berd el-iitibar ila şuhada' sewret Barzan, Meclet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbea el-rabita, Bexdad, 1 Nîsan 1959.





