Barûdox û amadekarî

Di 6ê Çiriya Pêşîn a sala 1993an de rûfatên nemiran, serok  Mistefa Barzanî  û Îdrîs Barzanî ji welatê Îranê ve bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin, di meha Gulanê ya 1994an de şerê navxweyî di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de hilkişiya ku çar salan kişand û bû sedema dubeşbûna Herêma Kurdistanê di navbera her du aliyan de û piştre di 17ê Îlona 1998an de piştî peymana Washingtonê dawî lê hat. Di wê heyamê de parlament û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Partî û çend aliyên din ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve li Hewlêrê hatin pêkanîn, her di wê heyamê de hejmareke zêde ya awareyan ji Îranê ve bo Başûrê Kurdistanê vegeriyan.

Piştî derbasbûna şeş salan bi ser Kongreya Yazdehem de, di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de di 13ê Adara 1999an de biryara lidarxistina Kongreya Duwazdehêm a partiyê hat dayîn, ji bo vê mebestê di 14ê Nîsana 1999an de di civîneke din a Komîteya Navendî de, Mekteba Siyasî ya Partiyê hat raspardin bi avakirina lijneya bilind a amadekar a kongreyê û Mekteba Siyasî di civîna meha Gulanê ya 1999an de lijneya bilind a amadekar a kongreyê pêk anî, ku pêk dihatin ji Felekedîn Kakeyî -serokê lijneyê, doktor Muhemmed Salih Cum'e -cîgirê serokê lijneyê, Şêxela Îbrahîm, Temer Remezan, Nejmedîn Yûsifî û mamosta Hesen.

Piştî pêkanînê, ji aliyê lijneya bilind a amadekar a kongreyê ve, proseya hilbijartina nûnerên kongreyê hat encamdan, ku çil û yek rojan kişand û di 4ê Hezîrana 1999an heta 15ê Tîrmeha 1999an û di 96 bazneyên hilbijartinê û 226 binkeyan de, 180 hezar dengdêrên Partiyê beşdar bûn û nûnerên kongreyê hilbijartin.

Lidarxistina kongreyê

Di roja çarşemê ya 6ê Çiriya Pêşîn a 1999an de, Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li Hola Zer li bajarê Hewlêrê bi dirûşma (Aştî, Azadî, Dêmokrasî) bi amadebûna 1473 nûneran, ku 8 % ya wan jin bûn, hat lidarxistin. Di vê kongreyê de, ji bo cara çarem ji aliyê tevahiya nûnerên kongreyê ve Mesûd Barzanî wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin û li ser pêşniyara serok, Elî Ebdullah Emîn wek cîgirê serok hat hilbijartin. Herwiha ji bo careke din, navê Partiyê ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû wek Kongreya Dehem bûye Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Hejmarek biryar jî hatin dayîn ku ya herî girîng encamdana guhertinan bû di dezgehên partî û leşkerî de, herwiha komîteya navendî ji 37 endaman bû 31 endamên karîger û 9 endamên yedek û mekteba siyasî bi dengdana نهێنی di 9 endaman de hatin hilbijartin.

Peykerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi piştrastbûna bi peyrewê navxweyî yê Kongreya Duwazdehêm, pêk dihat ji şane, şaneya sereke, lijneya rêxistin, lijneya navçe, lijneya liq, Komîteya Navendî, Mekteba Siyasî, sekreterê mekteba siyasî, cîgirê serok û serok, herwiha desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriyê ji aliyê Komîteya Navendî ve hatin destnîşankirin û endamekî mekteba siyasî, serperiştiya wan dikir.

Endamên Komîteya Navendî:

  1. Nêçîrvan Barzanî
  2.  Mesrûr Barzanî
  3.  Fazil Mîranî
  4.  doktor Roj Nûrî Şawês
  5.  Hoşyar Mehmûd Muhemmed Faris
  6.  Samî Ebdulrehman
  7.  Azad Berwarî
  8.   Cewher Namîq Salm 
  9.  Ze'îm Elî
  10. Şewket Şêx Yezdîn
  11. Muhemmed Mela Qadir
  12. doktor Kemal Kerkukî
  13.  Doktor Cercîs Hesen
  14. Kerîm Şingalî
  15. Nûrî Elî Muhemmed Rehman, nasraw bi Nûrî Heme Elî
  16. Arif Teyfûr 
  17. Se'ed Ebdullah
  18. Frensû Herîrî
  19. Fereydûn Muhemmed Ebdulrehman, nasraw bi Fereydûn Cewanroyî
  20. Selah Delo
  21. Remzî Şe'ban
  22. Umer Botanî
  23. Şîrîn Amêdî
  24. Cemal Osman Karresûl, nasraw bi Cemal Murtke
  25. Serbaz Nadir Elî, nasraw bi Serbaz Hewramî
  26. Umer Osman Mêrgesorî
  27. Brûsk Nûrî Şawês
  28. Sefîn Muhsîn Heme-Emîn, nasraw bi Sefîn Dizeyî
  29. Qadir Qadir
  30. Îzedîn Berwarî
  31. Yûnis Rojbeyanî

Endamên yedek ên Komîteya Navendî:

  1. Ebdullezîz Teyib
  2. Mehmûd Mihemed
  3. Mesûd Saleyî
  4. Ebdulmuheymen Barzanî
  5. Ce'fer Îbrahîm Hacî, nasraw bi Ce'fer Êminkî
  6. Ebdullah Agirîn
  7. Diyarî Huseyn
  8. Qadir Cebarî
  9. Doktor Hesen Mihemed Sure Mihemed

Di roja dawî ya kongreyê de û ji bo cara sêyemîn di dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalyaya Barzanî yê nemir ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve hat bexşîn ji 37 kesayetiyên ji serkirde, fermande û hevalên Barzanî re.

Di civîna yekem a komîteya navendî de jî, desteya mekteba siyasî bi vî awayî hatin hilbijartin:

  1. Nêçîrvan Barzanî
  2.  Mesrûr Barzanî
  3.  Hoşyar Zêbarî
  4.  Cewher Namîq Salm
  5.  Fazil Mîranî
  6.  Samî Ebdulrehman
  7.  Azad Berwarî
  8.  Doktor Roj Nurî Şawês
  9. Ze'îm Elî
Çavkanî:
  1.  Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û rêziknameya navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Roksana- 2021).
  2.  Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte dîroka partî û Barzanî yê nemir, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
  3.  Emro encamdana hilbijartinên herêmî yên konferansa (12), rojnameya Xebat, zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 932, Hewlêr, În, 9 Tîrmeh 1999z.
  4.  Serkeftî be Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2939, Hewlêr, Çarşem, 6ê Çiriya Pêşîn 1999z.
  5.  Birêz Mesûd Barzanî bi piraniya dengan wekî serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2947, Hewlêr, Pêncşem, 14ê Çiriya Pêşîn 1999z.
  6.  Ji nû ve hilbijartina bira Mesûd Barzanî wekî serokê partiyê û bira Elî Ebdullah wekî cîgirê serok, rojnameya Xebat, zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 946, Hewlêr, În, 15 Çiriya Pêşîn 1999z.
  7.  Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  8.  Bername û rêziknameya navxweyî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di Kongreya Duwazdehêm a partiyê de ku di 6-14/10/199 de hat lidarxistin biryar li ser hatiye dayîn, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat).
  9.  Hilbijartina komîteyeke navendî ya nû ku ji 31 endaman û 9 endamên yedek pêk tê, rojnameya Xebat, zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 946, Hewlêr, În, 15 Çiriya Pêşîn 1999z.
  10.  Kongreya 12 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê komîteya navendî ya nû hilbijart, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2948, Hewlêr, Yekşem, 17ê Çiriya Pêşîn 1999z.
  11.  Di kongreya (12) a (P.D.K) de, rojnameya Êware Gulan, dezgeha rewşenbîrî û ragihandina Gulan, hejmar 487, Hewlêr, Şemî, 16ê Çiriya Pêşîn 1999z, r 1; Hilbijartina komîteyeke navendî ya nû ku ji 31 endaman û 9 endamên yedek pêk tê, çavkaniya berê.
  12.  Belavkirina nîşanên Barzanî, rojnameya Xebat, zimanê fermî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 946, Hewlêr, În, 15 Çiriya Pêşîn 1999z.