Şehîd Letîf Seîd Qurtas di sala 1915’an de li gundê Bolê yê ser bi bajarokê Sîdekan a girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, cotkarekî gundî bû û zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Betalyona Hacî Bêroxî ya Hêza Balek de, bûye pêşmerge û di şerên Hindirîn, Zozk û Gorezê de beşdar bûye. Di sala 1966’an de li Geliyê Omer Axa tevî komek hevalên xwe ji ber topbarana rejîma Iraqê şehîd dibe.

Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.