Şehîd Mewlûd Selman Ehmed di sala 1946an de li bajarokê Diyana yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, wî cotkarî dikir û zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Betalyona Şêx Kewkes de bûye pêşmerge û beşdarî şerên Çiyayê Hesen Beg, Hindirîn û Sertîzî bûye. Di sala 1966an de di şerê Geliyê Omer Axa de şehîd bû.

Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.