Jînenîgarî

Mela Birahîmê Hesnekî, sala 1927an li gundê Hesneka yê qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1959an ku tenê heft meh mabûn bawernameya dîploma çandiniyê bi dest bîne, vedigere Kurdistanê. Di 21ê kanûna paşîn a 2018an de koça dawî kiriye û termê wî li goristana gundê Hesneka hatiye veşartin.

Xebatname

 Dema temenê wî neh sal bû, Babekirê bavê wî û sê mamên wî sala 1933an di Şoreşa Yekemîn a Barzan de şehîd bûn. Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan ve kiriye û di şeran de beşdar bûye, her bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêbûrdana giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalan bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye. Sala 1966an berpirsê pêşmerge pasewanên Mela Mistefa Barzanî bûye. Di 29ê îlona 1971an de di pilana baregeha Barzanî nemir li Hacî Omeran birîndar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike welatê Îranê. Sala 1976an di lijneyeke rawêjkarî ya hevkariya Îdrîs Barzanî  û Mesûd Barzanî  kiriye.

Di 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yûbîlya zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, hevaltiya Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê de, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn. Di 21ê kanûna paşîn a 2018an de koça dawî kiriye û termê wî li goristana gundê Hesneka hatiye veşartin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hamîd Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  3. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  4. Hîder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
  5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  6. Arşîva Desteya Ensîklopediya, Forma Mela Îbrahîm Babekir Îsmaîl, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.
  7. Nass qerar lecnit el-efw el-am bird el-îtîbar ila şuhada sewret Barzan, Meclet Rizgarî, Hejmar 2, 3, El-Metbea El-Rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.