Mela Salih sala 1927 li gundê Şanedêrê ser bi nahiya Gûretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di dîroka 14ê çiriya pêşîn a 2013an de koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1945 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlonê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Mûrîkê bûye. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê û li gundê Pesoyê niştecî bûye.
Di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di dîroka 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevris û Helejê bûye.
Ew ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegerandina wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerandina jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1959an ligel Mela Mistefa Barzanî li Bexdayê bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1962 beşdarî girtina binkeya polîsên Rayatê kiriye, sala 1963 beşdarî şerên Serê Akriyê kiriye, heta sala 1975 li navçeyên Raniye, Dîleman û Hacî Omeran li baregeha Barzanî bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye Îranê û li bajarê Şino niştecî bûye û bi sedema sûdwergirtin ji lêbûrdana giştî vegeriyaye bo Hewlêrê. Sal 1985 bo cara duyem wek penaber çûye Îranê.
Sala 1988 beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye û serpel bûye û di çendîn şeran de beşdar bûye, sala 1991 ligel Nêçîrvan Barzanî vegeriyaye Kurdistanê û li bajarên Silêmanî û Kerkûkê beşdarî raperînê kiriye, sala 1995 hatiye veguhastin bo leşkerê taybetî yê yek, sala 2000 hatiye xanenişînkirin. Di dîroka 16ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Mehabadê, rêrêwa ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê, Şoreşa Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:-
Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
-
Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
-
Sefer Yûsif Mîrxan, Di bîranîna 64 saliya sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî hevalekî Barzanî nemir bîranînên xwe vedigêre, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3734, Hewlêr, 31ê adara 2011z.
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana Zendegî û Mubarizat-i Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
-
Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belawkirawên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pesyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîvî Destey Însîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





