Mistefa Salih Mela Abas, sala 1923 li gundê Zêweyê ser bi nahiya Barzan, qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye û xwediyê çar kuran bûye, sala 1999 li gundê Derbotkê koça dawî kiriye û li goristana gund hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û yek ji şervanên Hêzên Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.
Di 22ê gulanê 1947 de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947 de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li ser meşqa serbazî berdewam dibin.
Adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivskî kom bibin, lewma Mistefa Salih di meha çiriya paşîn 1951 de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mistefa Salih di 16ê nîsanê 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1964 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şeran bûye.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Têkoşînên Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Haso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 Tîrmeh 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





