Jînenîgarî

Muhemmed Ebdullah Hesen di sala 1923an de li gundê Îsumera yê qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû.

Xebatname

Di sala 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), hevrê digel şervan û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bû û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bû pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevrê digel leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya ceneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê de vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşker de li navçeya hoza Mizûrîyê bi cih bûye.

Di dîroka 6ê Gulanê ya sala 1947an de û piştî biryara dîrokî ya ceneral Mistefa Barzanî di civîna Ergoşê de, bi xwe radestnekirina wan ji hikûmeta Îraqê re û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, hevrê digel leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed şervanan û bi serkirdatiya ceneral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di heyama 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serketina wan di şerê navdar ê Deşta Şûtê û derbaskirina wan ji pira Qizildax a Makoyê, di encamê de di dîroka 18ê Hezîranê hevrê digel şervanên Barzanî ji rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve digel tevahiya şervanên Barzanî wek dîlên şer bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê hatine veguhastin. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, digel tevahiya şervanên Barzanî bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li nêzîkî Bakûya paytexta Azerbaycanê hatine veguhastin û ji aliyê efserên azerbaycanî ve hatine xistin ber perwerdeya çirr a serbazî û li wir dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî jî ji aliyê efserên Kurd ve ji wan re hatine gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên di navbera ceneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyeta xerab û gumanên Baqirov li hember Barzaniyan, digel tevahiya şervanên Barzanî di dîroka 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê hatine veguhastin û li wir jî cara duyem bi şêweyekî demkî hatine xistin ber perwerdeya serbazî.

Di meha Adara sala 1949an de piştî pilangêriyên Baqirov û Bêriyayê alîkarê Stalîn, şervanên Barzanî ji hev hatin cudakirin û bi şemendefêr kom kom li ser gund û zeviyên kelxoz û herêmên Komara Ozbekistanê hatin belavkirin û ji bo peydakirina debara jiyana xwe hewşêweyê dîlên almanî hatin xistin ber xebata zor û karê zehmet ê rojane.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Mistefa Barzanî ve bo Koşka Kremlînê û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, di encamê de nameyeke Barzanî gihîşt destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser avakirina lijneyekê hat dayîn ji bo lêkolînkirina barûdoxê Barzaniyan û di encamê de ji bo careke din û sala 1951ê tevahiya Barzanî li hev hatin komkirin û li bajarê Vrêvskî yê li ser Deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.

Piştî 11 sal mayîna li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma padîşahî li Îraqê rûxiya û sîstema rêveberiya welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilatê Îraqê girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê hat vekirin û di dîroka 16ê Nîsana 1959an de digel tevahiya şervanên Barzanî bi siwarbûna keştiya Gruziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Sala 1961ê û piştî têkçûna peywendiyên di navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û paşguhkirina hikûmetê li wan sozên ku dabû Kurdan, şoreşa neteweya Kurd hilgirsiya û Muhemmed Ebdullah Hesen peywendî bi hêzên Pêşmerge kir, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de awareyê welatê Îranê bû. Piştî destpêkirina şoreşê di Gulana 1976an de careke din peywendî bi rêzên şoreşê kir. Di sala 1999an de ji awareyiyê vegeriya Kurdistanê.

Çavkanî:

1- Kovara Dengê Pêşmerge, hejmar 36, 30ê Kanûna Yekem a 2000an, Pêşmergeyê dêrîn: Dîmane Miqdad Şaswarî digel Muhemmed Ebdullah Hesen, Derbûtikê, r. 24.

2- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam- Çapxaneya Xebat- 1996z), r. 16, 33.

3- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.