Muhemmedemîn Seîd di sala 1927an de li gundê Zêwe ser bi nahiyeya Barzan ji dayik bûye, piştî hilgirsiya Şoreşa Yekem a Barzan li Başûrê Kurdistanê di sala (1931-1932) de di temenê zaroktiyê de awareyî welatê Tirkiyeyê bûye. Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û di sala 1979an de vegeriyaye Kurdistanê.
XebatnameSala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945an û piştî neskoya şoreşê, hevrêyê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyî Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevrêyê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşker de li navçeya hoza Mizûrî bi cih bûye.
Di rêkefta 6ê Gulanê ya sala 1947an de û piştî biryara dîrokî ya jenerel Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe radestnekirina wan bo hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevrêyê leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdetiya jenerel Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serketina wan di şerê navdar ê deşta Şût û derbaskirina wan ji pira Qizildaxê ya Makoyê, serencam di rêkefta 18ê Hezîranê hevrêyê cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.
Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve ligel tevahiya cangoriyên Barzanî wek dîlên şer hatine veguhestin bo bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li nêzî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên azerbaycanî ve hatine xistin ber meşqa çir a serbazî û li wir jî dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve ji wan re hatine gotin.
Piştî têkçûna peywendiyên di navbera jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov li hember Barzaniyan, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî di rêkefta 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê hatine veguhestin bo komelgeha Çirçûkê ya Komara Ozbekistanê û li wir jî bo cara duyem bi şêweyekî demkî hatine xistin ber meşqa serbazî.
Di meha Adara sala 1949an de piştî pilangeriyên Baqirov û Bêriyayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev hatin cudakirin û bi şemendefêr kom kom bi ser gund û kîlgehên Kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û bo peydakirina bijêviya jiyana xwe hewşêweyê dîlên almanî hatin xistin ber suxre û karê zehmet ê rojane.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Mistefa Barzanî ve bo Koşka Kremlînê û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyekê Barzanî gihîşte destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolîna li ser barûdoxa Barzaniyan û serencam bo carekê din û sala 1951ê tevahiya Barzanî ji hev hatin komkirin û li bajarê Vrêvskî yê ser deryaya Reş li Başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.
Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma paşayetî li Îraqê rûxiya û sîstema birêvebirina welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê vebû û di rêkefta 16ê Nîsana 1959an de ligel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Grûziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1961an û piştî têkçûna peywendiyên di navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û lîbûna hikûmetê ji wan sozên ku dabû Kurdan, şoreşa neteweya Kurd hilgirsia û Muhemmedemîn Seîd peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve kiriye û beşdarî şeran bûye.
Çavkanî:1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 35, 30ê Çiriya Paşîn a 2000î, Pêşmergeyê dêrîn: Dîmane Miqdad Şaswarî ligel Muhemmedemîn Seîd Osman, Derbûtikê, r16-17.
2-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam- Çapxaneya Xebat- 1996z), r16, 32.
3-Erşîfa desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





