Murad Mîkaîl Hacî, sala 1920 li gundê Bêjiyan ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî bûye û xwediyê du kuran bûye, zimanê Kurdî û Rûsî dizanî. Sala 1961 li gundê Bêjiyan a devera Mizûrî koça dawî kiriye û li goristana gund hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û yek ji şervanên hêza Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.
22ê gulana 1947an hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivskî kom bibin, lewma Murad Mîkaîl Hacî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Murad Mîkaîl Hacî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubêydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





