Di sala 1961an de bûye endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di sala 1964an de bûye berpirsiyarê lijneya navçeya xwendekarên Koyê heta 1968an li zanîngeha Bexdayê kadroyekî diyarê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1970yî de di Kongreya Şeşem a Yekîtiya Xwendekaran de wek endamê sekreteriya xwendekarên Kurdistanê hatiye hilbijartin û di heman demê de kargêrê rêxistina Blêse bûye li lqa 5an a partiyê li bajarê Bexdayê, sala 1972 kolêja adabê temam kiriye li zanîngeha Bexdayê, di sala 1972yî de di Kongreya 7an a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de yekem deng bi dest xistiye, piştî temamkirina kolêja adabê yek sal xizmeta serbazî di artêşa Îraqê de kiriye li ser daxwaza mekteba siyasî ya partiyê, piştî sala 1973yî bûye Pêşmerge li sînorê Balekayetiyê û wek berpirsiyarê parastina Rewandizê hatiye destnîşankirin, demekê di hêza Kawe de bûye li wir jî her berpirsiyarê parastinê bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de awareyê welatê Îranê bûye, vegeriyaye Îraqê bo maweya pênc (5) salan dûrxistine bo Semawê li Başûrê Îraqê, 1980 - 1981 careke din peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye û kargêrê navçeyê hatiye destnîşankirin, paşê hatiye kirin berpirsiyarê navçeya Xoşnawetiyê, piştî raperîna sala 1991ê bi fermana cenabê serok Mesûd Barzanî bûye berpirsiyarê navçeya Hewlêrê heta nêzîkî hilbijartina 19ê gulana 1992yê ya parlamena Kurdistanê, wê demê bûye berpirsiyarê emnî yê hilbijartinê, piştî yekem rûniştina parlamena Kurdistanê bûye yekem berpirsiyarê asayişa Hewlêrê, piştî teqîna Dihokê bûye berpirsiyarê asayişa Dihokê bo maweya 6 mehan, li ser fermana cenabê serok bûye berpirsiyarê parastina lqa 11an heta dema malinşîn bûna wî bi pileya lîwa malinşîn hatiye kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.