Jînenîgarî
Pîro Hemed Îbrahîm, sala 1925 li gundê Kelêtê ser bi qezaya Şemzînan li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ku Şêx Ehmed Barzanî ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bû, alîkariya wan a zêde kirine, sala 1940an ji ber alîkarîkirina Şêx Ehmed û zilm û zordariya rejîma Komara Tirkiyeyê wek penaber berê xwe dide Îraqê û li Başûrê Kurdistanê li gundê Jojlê nîştecih dibe, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya çandiniyê wergirtiye, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanibûye, di 10ê tebaxa 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Qûştepe hat windakirin.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 20ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Zêt û di 10ê çiriya paşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, li bajarê Tewrêzê beşdarî xûla topavêjiyê bûye, di Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî şerên Sine, Singan, Dorbê û Kewê Zerê bûye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Seqiz, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenê bûye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Nexede û Şino bûye, di 24ê adara 1947an de beşdarî şerê Helejê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê pira Makûyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye, beşdarî di şerên Şaneşa, Gerûyê Birê, Gerûyê Kolêka, Pîrs deşta Berzagird, Dola Xwakurk, Lolana, Tane Sêlan, Xomarî, Kêriya Dêrê, Gorêz, Çame, Korêk, Gerûyê Bêşê, Dola Vajiyê û Serê Akrêyê kiriye, di 10ê tebaxa 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Qûştepe tê windakirin.
Çavkanî:-
- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Pûxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Hemîd Gerdî, Roja Kurdî li Mêjûyê da, çapa yekem, (Hewlêr - Rêveberiya Çapxaneya Rewşenbîrî - 2005z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer we Dewrê El-Siyasî we El-Iqtisadî fî El-Îraq, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016m).
- Rêkarê Mizûrî, Jinen Ros û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Menare - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û Têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
- Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 di zimanê şahidhal û belgenameyan de, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, bergê yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





