Jînenîgarî

Salih Palanî, sala 1915an li gundê Palanayê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1954an karîbû bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de werbigire, her li wir jî du caran jiyana hevseriyê pêk aniye, cara yekem li gel Meryem û cara duyem li gel Klawa ku xwediyê sê zarokan bûne, du ji zarokên wî koça dawî kirine. Salih sala 1959an wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Etrişê hatiye damezrandin û paşê hatiye veguhestin bo fermangeha çandiniyê ya bajarê Zira'ê û paşê bo fermangeha çandiniyê ya Silêmaniyê û paşê bo fermangeha çandiniyê ya Mêrgesorê, sala 1993an li komelgeha Quştepeyê koça dawî kiriye û her li wir jî hatiye veşartin. Şarezayî di zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Rûsî de hebûye, 

Xebatname

Salih Umer Hacî, sala 1943an serbazî hiştiye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Şaneder û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwan Mezin bûye. 

Di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Mêrgesorê bûye û di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha 'urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. 

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û beşdarî şerê Seqizê bûye. 

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di dîroka 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qotur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê her li zêdê xwe maye, sala 1980an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye dûrxistin bo komelgeha Quştepeyê û paşê xanenişîn hatiye kirin, beşdarî Şoreşa Gulanê kiriye û di şeran de beşdar bûye, du caran di şerên Sine û Seqizê de birîndar bûye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Heyder Farûq el-Samirraî, Diya' Ce'fer we Dewruhu el-Siyasî we el-Iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn – Dar el-Hikme - 2016m).

  4. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  5. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).

  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  8. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.

  9. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).

  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  11. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).

  12. Necef Qulî Pesyan, Le Mehabada xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).