Sedoyê Qadir Qadir, sala 1915an li gundê Kelêt ser bi qezaya Şemzînan a bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî bi navê Heyzran Elî xwediyê kurekî bûne bi navê Ebdulla Sedo (1943), sala 2000an li komelgeha Herîr koça dawî kiriye.
XebatnameSedoyê Qadir Qadir, di 23yê Gulanê 1947an de yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîranê 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîranê 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xorak û poşak û hatûçoyê de wek dîlên şer mamaleya wan hat kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatin guhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî mamaleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxê 1948an de li Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destpêcê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navborî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmehê 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê Sibatê 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê Nîsanê 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya di rêya bendera Besrayê ve li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1962an beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye û di şerên vê şoreşê de beşdar bûye.
Serçave:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Psiyan, li Mehabada xwînawî ve heta lîwarekên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrînê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





