Jînenîgarî

Selîm Husên Murad, sala 1921 li gundê Guizê yê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê, du caran jiyana hevserî pêk aniye, ji malbata yekem cuda bûye û cara duyem jiyana hevserî li gel Rûhan Mîngazova Ehmed pêk aniye, sê kurên wan hebûne bi navên Îdrîs Selîm, Medrîs Selîm û Murad Selîm. Ji bilî zimanê Kurdî zimanê Rûsî jî zaniye, sala 1987 koça dawî kiriye û li Behirkê hatiye veşartin. 

Xebatname

Selîm Husên sala 1944 ji serbaziyê reviye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, sala 1945 beşdarî şerê Dorê bûye û di rêkefta 8ê tebaxê de beşdarî girtina binkeya polîsên Mêrgesorê kiriye, di 19ê tebaxa heman salê de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. 

Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, beşdarî şerên Bokanê bûye, piştî neskoya Komara Dêmokratîk a Kurdistanê di rêkefta 25ê adara 1947an de beşdarî şerê Hevris û Helejê bûye.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûne dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê her li zêdê xwe maye, sala 1978an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo Behirkê. 

Serçave:
  1. Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û Ragwastin û Enfal û Komelekujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).

  2. Şewket Şêx Yezdîn, Yobîlî Zêrînî Pêşmerge, çapa yekê, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).

  3. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane le Mêjûyî Şorşî Eylûl, çapa yekê, (Hewlêr - Nûsîngeha Tefsîr bo Belawkirdinewe û Ragayandin - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2007z).

  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  6. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizatî Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).

  7. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le Nêwan 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2001z).

  8. Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  9. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  10. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.

  11. Le Yaddashtî Fermandey Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 Roj le gel Barzanî da Çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  12. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).

  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  14. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe heta Lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yobîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  15. A.D.A., pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belge bi rêya Segvan Halo hatiye pêşkêşkirin, 2016z.

  16. A.D.A., pelgeya hejmar HB-156, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, baregeha Barzanî, lijneya bilind a navçeya Barzan, forma Selîm Husên Murad Selîm, Pîrmam, 1ê çiriya paşîn a 2018z.

  17. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê