Silêman Ehmed Îsmaîl Omer Dolmerî di sala 1953an de li gundê Xera yê ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê di temenê xwe yê ciwanî de di sala 1967an de dema ku 14 salî bû ligel Ezîr Dolmerî bû û bo heyama sê salan li Dêlemanê di nava refên Pêşmerge de xizmet kir.
Ji Dêlemanê bo Qesrê hat veguhestin û li wir piştî îmzekirina rêkeftina 11ê Adara sala 1970yî beşdarî dewreyeke bikaranîna çekên Dûşka bû, dema ku rejîma Îraqê şerê xwe li dijî Şoreşa Eylûlê di sala 1974an de dest pê kir, ew ligel Omer Axa Dolmerî wekî topavêjê çekê Dûşka yê şoreşê kar dikir û bi hemû şiyana xwe berevanî li axa Kurdistanê kir.
Piştî şikestina Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de penaberî Îranê bû, destpêkê li bajarê Neqede ma paşê çû komelgeha Zêwe û li wir bi cih bû, piştre ji aliyê hikûmeta Îranê ve bo Cehrom hat veguhestin û piştî du salan şandin Lahîcanê, piştî mayîna du salan li Lahîcanê li ser daxwaza xwe çû bajarê Qezwînê ku birayê wî li wir dijî.
Di sala 1979an de, dema ku rejîma şah li Îranê hilweşiya, Silêman Ehmed û birayê xwe Reşîd careke din tevlî refên şoreşê bûn û wekî mefrezeyekê bo cîbicîkirina operasyonên leşkerî li dijî rejîma Îraqê vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Di heman salê de birayê wî Reşîd di pevçûneke ligel Artêşa Iraqê de li ser girekî qezaya Diyana şehîd bû.
Di sala 1980yî de ligel Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid ji Zêwe çûn deşta Brazger a qezaya Sîdekanê, piştî bidawîbûna geştê û serdana hêzên Pêşmergeyên Barzan li navçeyê, vegeriya baregeha komelgeha Zêwe. Di heman salê de piştî vegera xwe ji Rajo ya Rojhilatê Kurdistanê beşdarî dewreya bikaranîna topên 57 bû, piştî bidawîbûna dewreyê ligel Ezîr Dolmerî çû Başûrê Kurdistanê û çend operasyon li dijî cihên Artêşa Iraqê li Korê Komê (Gorê Gumê) û pira Lîlok û tengava Sarkê ya navçeya Mêrgesorê cîbicî kirin, di heman salê de beşdarî şerê mezin ê Mêrgesorê bi fermandeyiya Ehmed Seîd Spîndarî bû.
Di sala 1988an de beşdarî şerê Qeber Zahir û epîka Xwakurkê ya li sêgoşeya sînorî ya Rojhilat û Başûr û Bakurê Kurdistanê bû, piştî êrîşên Enfalê û êrîşên kîmyayî yên ku hikûmeta Îraqê li dijî sivîlên li Kurdistanê pêk anîn, vegeriya Rojhilatê Kurdistanê.
Piştî serhildana gelê Kurdistanê di sala 1991ê de vegeriya û li gundê Şêxanî yê navçeya Mêrgesorê bi cih bû, di sala 1994an de wekî cîgirê hêzên 100 ên artêşa Barzan hat tayînkirin, di şerên berevanîkirina li axa Kurdistanê de çar caran birîndar bû; di şerê Wadiyê Sûr ê navçeya Dolmerî di sala 1980yî de, di şerê Spêlikê di sala 1995an de, di şerê Kumsipanê di sala 1996an de, û dawiyê di şerê Şikrokê di sala 1997an de.
Nîşana Barzanî yê Nemir ji aliyê Serok Mesûd Barzanî di roja 15ê Kanûna 2010an de ji bo xizmet û çalakiyên wî, di dema lidarxistina Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de jê re hat dayîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


