Jînenîgarî

Silêman Xal Al, sala 1913 li gundê Berderî yê ser bi nahiya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Beybûn Cuc Avdel bûye, şarezayî di her du zimanên kurdî û rûsî de hebûye, di 6ê çiriya pêşîna 1988an de li komelgeha Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Silêman Xal Al, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîna 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 10ê çiriya paşîna 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê û di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Mêrgesorê bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. 

Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîna 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, lê hevjîna wî li Başûrê Kurdistanê dimîne, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.

Piştî vegerê, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakuyê paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, sala 1982an di bombebarana komelgeha Zêweyê de birîndar bûye. 

 

Serçave:

 

  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Şeban Elî Şeban, Hendêk Zanîyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  4. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê û sêyê (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  5. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarzatê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  6. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  7. Le bîrdarîy fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşinbîrî - 1997z).

  8. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).

  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  10. Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).