Jînenîgarî

Tahir Ezo Xalind, li gundê Bîre Sal a ser bi nahyeya Korto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1967 Şehîd bûye.

Rûpelên têkoşînê

Hevaltiya Tahir Ezo Xalind di 23ê Gulana 1947an de ligel Mistefa Barzanî kir bo Yekîtiya Sovyetê, û beşdarî şerên Qetûr û Pira Mako bû, û piştî westiyayî û mandûbûneke mezin, di 18ê Hezîrana 1947an de çemê Aras derbas kir, yê ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên xwe li bajarê Nexçivan a Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan di komelgeheke vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî de hatin girtin ku leşkeran ew diparastin, û wekî dîlên şer di warê xwarin, cil û berg û veguhastinê de bi wan re hat kirin, û bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li ser deverên Exdam, Laçîn, Eyulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna 1947an de bo kampên li ser Deryaya Xezer li paytexta Komara Azerbaycanê Bakû hatin veguhastin, û di 23ê heman mehê de cil û bergên serbazî wergirtin, û rojane heşt saetan perwerdeya serbazî bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê werdigirtin, û di heman demê de, rojane çar saetan dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji aliyê hinek hevsengerên xwe yên xwendewar ve werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov ligel hevsengerên wî, Barzanî biryar da koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhêze komelgeha Cercoq a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkent, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di Adara 1949an de, ew û hevsengerên xwe bi şêweyê kom bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên Kolxozê (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn dawiyê nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe kiribû, û tavilê biryar da komîsyoneke lêkolînê li ser rewşa hevsengerên Barzanî pêk bîne, û biryara komîsyonê dawiyê ew bû ku li bajarê Frîvskî kom bibin, lewma di Mijdara 1951an de ber bi bajarê Frîvskî yê Sovyetê ve çûn.

Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an û vegera Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de, ew û hevsengerên xwe li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an ketin ber lêborîna giştî.

Komara Iraqê sala 1958an bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevsengerên xwe vegeriya Kurdistanê bi rêya keştiya Kroziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê, beşdarî Şoreşa Eylûlê bû, sala 1967 Şehîd bû.

Çavkanî:
  • Hemîd Gerdî, Puxteyê Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  • Şeban Elî Şeban, Hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  • Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  • Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  • Di bîranînên fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Cajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  • Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979m).

  • Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  • Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.