Jînenîgarî

Zerare Silêman Beg Dergeleyî, sala 1924 li gundê Mawliyan ser bi qezaya Rewandizê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Helîme Wista Rehîm bûye, kurekî wan hebûye bi navê Serdar Zerar. Sala 1952 li zanîngeha Taşkentê hatiye wergirtin û bawernameya bakaloryosê di beşa dîrokê de wergirtiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Zoya Îsmaîlov (Zuhre Hesen Îsmaîl) pêk aniye, piştî vegera hevalên Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê, hevjîna wî venegeriyan Başûrê Kurdistanê. Zimanên Kurdî, Erebî, Farsî û Rûsî dizanîbû. Di 19ê gulana 2018an de koça dawî kiriye.

Xebatname

 Sala 1943 serbaz bûye li hikûmeta şahnişîna Îraqê, payîza 1943 hatiye veguhastin bo qezaya Mêrgesorê, serê sala 1944 ji aliyê dadgeha artêşa urfî ya Kerkûkê ve hatiye girtin, serê sibata 1946 ji girtîgehê hatiye azadkirin û vegeriyaye nav rêzên artêşa Îraqê, di nîsana 1946 de ji serbaziyê reviye û berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û pileya efserî jê re hatiye bexşîn, di sê mehên dawî yên Komara Demokratîk a Kurdistanê de erka qeymeqamê Nexedeyê jê re hatiye spartin, piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 24ê adara 1947an de beşdarî şerê Qarne yê kiriye li navçeya Xanê li Rojhilatê Kurdistanê û di vî şerî de birîndar bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Mistefa Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Nexedeyê û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1959an bûye mamoste, li ser daxwaza Barzanî nemir li Kerkûkê dimîne û paşê tê veguhastin Rewandizê. Sala 1963 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û alîkarê batalyonê bûye. Di 16ê tîrmeha 1963an de beşdarî şerê Spîlikê kiriye û sala 1965an di şerê Çiyayê Korêk de beşdar bûye. Sala 1966 beşdarî dastana Henderênê kiriye û di wê dastanê de birîndar bûye.

Piştî rêkevtina 11ê adara 1970yî vedigere ser pîşeya berê ya xwe û heman sal dibe nûnerê Partiya Şîûî. Sala 1972 beşdarî her du kongreyên Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Hewlêr û Bexdayê kiriye. Sala 1973 mala xwe veguhastiye Bexdayê û li dibistana amadeyî ya Komarê hatiye damezrandin. Sala 1979 vegeriyaye Hewlêrê, sala 1991 li Hewlêr û Kerkûkê beşdarî raperînê kiriye. Sala 1993 di kongreya yekem a Partiya Kariya Serbixwe ya Kurdistanê de bûye endamê serkirdayetiyê û dûre bûye endamê mekteba siyasî, heta hilweşandina wê partiyê.

Çavkanî:
  1. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004)
  2. Zerare Silêman Beg Dergeleyî, Bîreweriyên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002)
  3. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û xebatên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaney wezaretî perwerde - 2002z).
  4.  Le bîrdarîy fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - çapxaney roşinbîrî - 1997z).
  5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaney Xebat - 1998z).
  6. Arşîfî destey înskilopîday Partiya Dêmokrata Kurdistanê.