Îbrahîm Mihemed Silêman di sala 1963an de li gundê Welesmet ê li binê çiyayê Sûrên ê ser bi qezaya Seyîd Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, di destpêkê de li gund dijî, qonaxa seretayî li wir qedandiye, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê rejîma Îraqê gund wêran kirin, û nişteciyên wan gundan bi zorê li ser hejmarek ji komelgehên di bin kontrola xwe de belav kirin, di encama vê pêngavê de Îbrahîm Mihemed li komelgeha Şanîr a nêzîkî Seyîd Sadiq hat akincîkirin.

Îbrahîm Mihemed Silêman di sala 1981ê de tevlî refên Pêşmerge bûye bi fermandariya Enwer Hacî Osman di Hêzên Sûrên ên ser bi Komîsyona herêmî ya Derbendîxanê di nav şaxê çaremîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, beşdarî şerê Rizle û Parzan, şerê Belxê, çalakiyên şerê çeteyî li deşta Şarezûrê, şerê Nalparêz, şerê Koloz bûye.

Di tîrmeha 1983an de hejmarek ji Pêşmergeyan bi fermandariya Enwer Hacî Osman piştî cîbicîkirina yek ji çalakiyên şerê çeteyî li deşta Şarezûrê, ji bo çend rojan heta asayîbûna rewşê li malên komelgeha Şanîr xwe veşartin, lê Îbrahîm Mihemed Silêman ji aliyê yek ji serokên çeteyan (cehşan) ve hat girtin û radestî saziya ewlehiya Seyîd Sadiq hat kirin, û piştre bo heyeta ewlehiya bajarê Kerkûkê hat veguhastin, piştî girtina wî ya heft mehan bo girtîgeha Ebû Xerîb hat şandin, li wir piştî îdamkirina wî di girtîgeha navborî de Şehîd bûne.

 Çavkanî:

Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê