Şewket Ehmed Ezîz Ehmed, nasraw bi endazyar Şewket Akreyî, endazyar û siyasetmedar, sala 1963 di beşa endazyariya Radyoya Dengê Kurdistanê de kar kiriye, sala 1963 beşdarî kongreya Koye yekemîn a gel bûye, sala 1966 ji aliyê nûnerên kongreya heftemîn wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Jînenîgarî‌

Şewket Ehmed Ezîz Ehmed, sala 1927 li bajarê Akrê ji dayik bûye, sala 1956 bakaloryosa beşa endazyariya pîşesazî li zanîngeha Leeds li Brîtanya wergirtiye, sala 1957 wek fermanber li bajarê Silêmaniyê hatiye damezrandin, sala 1958 bi pileya serokê endazyaran li wezareta şaredarî ya hikûmeta Îraqê dest bi kar bû, di destpêka sala 1961 endamê şanda sendîkaya endazyarên Îraqê ji bo serdana Komara Gel a Çîn û Yekîtiya Sovyetê bûye, di 10ê çiriya paşîn a 1980 li bajarê Bexda ji aliyê dezgeha hewalgiriya û asayişa hikûmeta Îraqê ve bi madeya salyom jehrxwar kirine û di bin bandora wê jehrxwarinê de koça dawî kiriye û li bajarokê Akrê hatiye veşartin. Şarezayê zimanên kurdî, erebî û îngilîzî bûye.

Xebatname

Sala 1940 peywendî bi rêzên Partiya Hîwaya Kurd ve kiriye, sala 1945 peywendî bi rêzên Partiya Rizgariya Kurd ve kiriye, sala 1945 mala wî li bajarê Bexda heşargeha Mîrhac Ehmed Tahir (1911-1988) nasraw bi Akreyî bûye û bi rêya Mihemed Emîn Aẍayê Akreyî hewla derbazkirina wî daye bo devera Barzan, sala 1945 ji ber piştgiriya li Şoreşa duyemîn a Barzan hatiye girtin û fermana bendkirina yek salî li girtîgeha navendî ya Bexda li ser hatiye sepandin, Şewket Ehmed Ezîz Ehmed sala 1946 peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrat a Kurd ve kiriye, di meha kanûna duyemîn a 1949 li bajarê Lozan a Swîsra endamê desteya damezrênerên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa bûye, sala 1959 nûnerê kongreya çaremîn a Partiya Dêmokrata Kurdistan - Îraq bûye, li bajarê Bexda, sala 1960 nûnerê kongreya pêncemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, li bajarê Bexda, sala 1961 bi hevkariya parêzer Cercîs Fethulla (1920-2006) rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi şêweyekî nehênî li bajarê Bexda çap kiriye, sala 1962 ji bo demek kurt li girtîgeha asayişa giştî ya Bexda destbiser bûye, sala 1963 agahdarê kûdêtaya 8ê sibata 1963 li dijî ferîq rukin Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) bûye.

Sala 1963 peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve kiriye, sala 1963 di beşa endazyariya Radyoya Dengê Kurdistanê de kar kiriye, sala 1963 beşdarî kongreya Koye bûye, di 30ê adara 1963 bi nûneratiya kongreya yekemîn a gel wek endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo danûstandin li gel hikûmeta Komara Îraqê gihîştiye bajarê Bexda, sala 1963 nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bo bajarê Qahîre ya Komara Misra Erebî, sala 1963 endamê Komkara Neteweyî ya Îraqî (Al-Tajamu' al-Qawmi al-'Iraqi) bûye li Qahîre dijî rejîma Ebdulkerîm Qasim, sala 1963 çav bi Mihemed Reza Şahê Pehlewî şahê Îranê ketiye, sala 1963 li gel rojnamevan Erîk Rûlêw (RouLeau) li rojnameya Le Monde ya fransî derbarê doza Kurd û cîhana rojava axivîne, sala 1964 nûnerê kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarokê Qeladizê li parêzgeha Silêmaniyê, salên (1964-1966) berpirsê duyemîn ê îstgeha Dengê Kurdistanê bûye, sala 1965 hevkariya Dana Adams Schmidt kiriye ji bo nivîsandina pirtûka (Gezteke bi nav mêrên azad de).

Di navînên sala 1965 li ser daxwaza hikûmeta Îraqê ji aliyê karbidestên Misrê li bajarê Qahîre hatiye derxistin, sala 1965 penah dibe ber padîşahiya Urdunê û ji aliyê Wesfî el-Tel (1919-1971) serokwezîr ve hevkariya wî hatiye kirin heta bi şêweyekî yasayî û bi pasporta Urdunî bigihîje Şahnişîna Îranê, li wir jî çûye bo navçeyên azadkirî yên Şoreşa Eylûlê, sala 1966 ji aliyê komîteya navendî ve wek endamê lijneya amadekar a kongreya heftemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşankirin, sala 1966 ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kongreya heftemîn hatiye hilbijartin, sala 1966 hatiye kirin berpirsê lijneya lqa sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di meha gulan a 1967 desteya nivîskarên rojnameya Birayetî paşgoya rojnameya erebîziman a Al-Ta'akhi ya çapa Bexda bûye, sala 1967 ji damezrênerên rojnameya erebîziman (Al-Ta'akhi) bûye, di roja şemiyê 29ê nîsana 1967 di yekemîn hejmara rojnameya erebîziman (Al-Ta'akhi) endamê desteya nivîskaran bûye, di navînên sala 1967 nivîsgeha endazyariya xwe li bajarê Bexda vekiriye, sala 1967 alîkarê rêveberê giştî bûye li wezareta şaredarî ya hikûmeta Îraqê, sala 1968 endamê şanda danûstandkar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bo cem hikûmeta Îraqê.

Salên (1968-1971) rêveberê giştî yê karebayê gundan û projeyên biçûk bûye li wezareta şaredarî ya hikûmeta Îraqê, sala 1967 desteya nivîskarên kovara Birayî bûye li Bexda, sala 1970 nûnerê kongreya heştemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li gundê Nawpirdanê ser bi parêzgeha Hewlêrê, di 8ê kanûna yekem a 1974an de bi fermana Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Beis di pileya alîkarê rêveberê giştî yê projeyên av û kareba li Wezareta Şaredariyan xanenişîn kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Îlonê peywendî bi rêzên Bizava Sosyalîst a Kurdistanê kiriye, lê di sala 1976an de vegeriya nava hikûmeta Îraq û sala 1977an rawêjkarê wezîrê pîşesazî û kanzayan ê hikûmeta Îraq bûye, sala 1977an rêveberê giştî yê kargeha çîmentoyê ya Semawê bûye (bi mebesta dûrxistina wî ji kom bûna Kurdan li Bexda), di 10ê çiriya paşîn a 1980î de li bajarê Bexda ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya û asayişa hikûmeta Îraqê ve bi madeya salyom jehrxwar kirine û di bin bandora wê jehrxwarinê de koça dawî kiriye û li bajarokê Akrê hatiye veşartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.

Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.