Şêx Zubêr di sala 1925an de li gundê Rêziyan ê ser bi nahiyeya Barzan ve li qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê, bi Xoşî Ehmed Yûsif re zewiciye û sê kur û du keçên wan bi navên Îsraîl Şêx (1951), Esfendî Şêx (1953), Zeyneb Şêx (1955), Îsmaîl Şêx (1956) û Zehdiye Şêx (1958) çêbûne. Şêx Zubêr piştî rêkeftina 11ê Adarê ya sala 1971ê heta sala 1975an wekî çavdêr li ser keştiya Belê kar kiriye. Ew bi zimanên kurdî û rûsî dizanibû û di 13ê Gulana sala 2008an de koça dawî kir û li gundê Rêziyan hat veşartin.
Rûpelên têkoşînêDi sala 1943an de tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bûye û beşdarî şeran bûye. Di 19ê Tebaxa 1945an de hemû mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz ji aliyê dadgeha leşkerî ya Komara Iraqê ve hatin desteserkirin. Di 11ê Cotmeha 1945an de piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di 31ê Adara 1946an de tevlî hêzên Barzanî yên ser bi artêşa Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê bûye û beşdarî şerên eniya Seqizê bûye. Di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Barazgirê) bi ser axa Bakurê Kurdistanê ve vegeriyaye herêma Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Argûşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê azad kirin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê. Di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir, beşdarî şerên Geliyê Qetûr û Pira Makûyê bû, piştî westiyayîbûneke mezin û qerebalixiyeke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bû bo Yekîtiya Sovyetê, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Nexçivanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komplekseke vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî hatin girtin û leşkeran ew diparastin. Di warê xwarin, cil û berg û veguhastinê de wekî dîlên şer bi wan re hat kirin. Bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li ser herêmên Axdam, Laçîn, Eyûlax û Kelbecerê yên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin.
Piştî wê, di 10ê Kanûna 1947an de bi hevsengerên xwe re bo baregehekê li ser Deryaya Xezerê li bakurê paytexta Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin. Cil û bergên serbazî li ser wan hatin belavkirin û rojane bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê heşt saetan perwerdeya leşkerî didîtin. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhêze kompleksa Çerçûkê ya nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.
Di Adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê koman bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên Kolxozan (ew erdên ku xelkê ji hikûmetê kirê dikirin û paşê para hikûmetê jê didan) kar kirin.
Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe kiribû. Stalîn tavilê biryar da ku komîsyonekê bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî pêk bîne. Biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Frîvskî kom bibin, lewra Şêx Zubêr bi hevsengerên xwe re di Mijdara 1951ê de berê xwe da bajarê Frîvskî yê Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de, ew û hevsengerên wî li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an, ketin ber lêborîna giştî.
Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim di sala 1958an de hat damezrandin. Şêx Zubêr bi hevsengerên xwe re di 16ê Nîsana 1959an de bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriya Kurdistanê.
Beşdarî Şoreşa Eylûlê û şerên wê yên sala 1964an bû. Di sala 1975an de, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê hikûmeta Iraqê ew bo başûrê Iraqê sirgûn kir û li parêzgeha Dîwaniyeyê bi cih bû. Di sala 1980yî de bo civaka Qoştepeyê hat veguhastin. Di sala 1982an de wekî koçber derbasî Komara Îslamiya Îranê bû û li kompleksa Zêweyê bi cih bû. Di sala 1985an de di dema bombebarankirina kompleksa Zêweyê de derbasî gundê Mensûrabadê bû. Di sala 1992an de vegeriya Kurdistanê û derbasî gundê Bêxmeyê bû, di sala 1993an de vegeriya û li cihê jidayikbûna xwe bi cih bû.
Çavkanî:1- Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û Ragwastin û Enfal û Komelekujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Menare - 2010z).
2- Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk Zanyarî Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
3- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
4- Salih Yûsif Sofî, Kronolojya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dohok - Çapxaneya Parêzgeha Dohokê - 2013z).
5- Salih Yûsif Sofî, Kronolojya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxaneya Parêzgeha Dohokê - 2013z).
6- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarzat-i Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
7- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
8- Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Belawkrawekanî Ekadîmyay Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
9- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
10- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 Nîsana 1959an.
11- Le Yaddashtî Fermandey Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 Roj Legel Barzanî da Çûnî Barzaniyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
12- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979m).
13- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd 1931 - 1958, (Dohok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
14- Necef Qulî Pesiyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe heta Lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996z).
15- A.D.A., faylî hejmar AI-10, lîstey hevalanî Mistefa Barzanî bo Yekêtî Sovêt, belge-name lelayen Segvan Halo pêşkêş krawa, 2016z.
16- A.D.A., faylî hejmar HB-432, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Baregeha Barzanî, Lijneya Bilind a navçeya Barzan, formî Şêxomer Zubêr Ebdulla, Pîrmam, 1ê Mijdara 2018an.
17- A.D.A., faylî hejmar ZB-150, deqî çawpêkewtin legel Îsmaîl Şêx Zubêr Ebdulla lelayen Hûşîn Hecî Baqî, Pîrmam, 15ê Nîsana 2019an.


