Cemîl Tewfîq Husên, naskirî bi Cemîl Sûr, sala 1912 li nahiyeya Bamernê ya ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 1939 peywendî bi rêzên Partiya Hîwa kiriye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Meryem Mistefa Teha bû û xwediyê du kur û keçikek bûne bi navên Izet Cemîl ku sala 1936 ji dayik bûye, Behzad Cemîl jî sala 1940 û Gulîzar Cemîl sala 1942 ji dayik bûye, piştî ku çûye Yekîtiya Sovyetê li wir jî jiyana hevserî li gel Zulfiya Eẍalib Sefer pêk aniye, xwediyê kurek û du keçan bûne bi navên Ebdulla Cemîl ku sala 1954 ji dayik bûye û Esmer Cemîl sala 1952 û Zulêxa Cemîl sala 1956 ji dayik bûye, di şeva 4 li ser 5ê Çiriya Pêşîna 1963 li şerê Çiyayê Metîn şehîd bûye.
XebatnameSala 1945 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê Tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfiya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Di 11ê Çiriya Pêşîna 1945 û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946 di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neẍede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 14ê Nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgir) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê Gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulana 1947 hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makû de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîna 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di Adara 1949 li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha Çiriya Paşîna 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, ew û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959 li gel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û li Sersingê niştecih dibe, sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û serliq bûye û berpirsê navçeya Spne - Bamernê (Dihok) bûye, di Şoreşa Eylûlê beşdarî di dastana Geliyê Zawîte, Geliyê Qentara, şerê Siyartîka, Sersing û paqijkirina Berêker, di şeva 4 li ser 5ê Çiriya Pêşîna 1963 li şerê şerê Çiyayê Metîn şehîd bûye.
Serçave:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara xêzan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
- Dana Adams Şmîdt, Seferêk bo nav mêrên azayên Kurdistanê, wergerandina Ewbûbekir Salih Îsmaîl, (Dihok - Dezgeha lêkolîn û belavkirina Mukriyanî - Çapxaneya Xanî - 2008z).
- Senger û Pêşmerge, Cemîl Tewfîq Husên yê berniyas bi Cemîl Sûr, Govara Senger û Pêşmerge, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hewlêr, 15ê Çiriya Pêşîna 2018z.
- Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û xebatên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî de, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darer-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
- Mistefa Hesen Şe'ban, Salvegera şehîdekî biwêrek, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2925, Hewlêr, pêncşem 16ê Îlona 1999z, r. 4.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961-1975, berga sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





