Di 3yê hezîrana 1962an de pêşkeftina Şoreşa Eylûlê gihaşt devera Balekayetiyê û Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya rasterast a rêberê şoreşê Mela Mistefa Barzanî berê xwe da nahiya Gelaleyê bi mebesta azadkirina wê, hêza polîsên nahiye xwestin bergiriyê bikin û xwe radest nekirin, di wê demê de Barzanî li Makosanê çavdêriya şer dikir, bi rêya nameyekê rêveberê nahiye agahdar kir ku xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin da ku şer bê xwînrijandin bi dawî bibe, şeva 3 li ser 4ê meha hezîrana 1962an sengerên hêza polîsan xwe radest kirin, lê rêveberê nahiye û seriyek polîs û karbidestên nahiye û hemû ewên ku xwe bi dilsozên hikûmeta Ebdulkerîm Qasim (1958-1963) dizanîn bi malbatî û bi dizî penah birin ber qelaya Rayatê, di demekê de ku firokeyên şer ên dewletê jî ji sibehê heta êvarê berdewam bombebarana Hêzên Pêşmerge dikirin.

Hejmareke zêde ya polîsan di qelayê de bûn ku berpirsê wan Kurdek bû bi navê Kerîm Xoranî, lê gava rêveberê nahiye ku Erebek bû û zimanê Kurdî nizanibû gihaşt nav qelayê û bû Fermandey û berpirsê yekem. Di 4ê hezîrana 1962an de Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Hacî Bêroxî û Erîf Yasîn û Mehmûd Kawanî û Mistefa Nêrweyî û Hesen Xal Hemze û Ehmed Mistê û Umer Debabe ligel çend hêzên eşîrî dorpêça qelaya Rayatê dan.

Hêzên Pêşmerge hewl didan bi rêya teqekirinê polîsan bitirsînin û neçar bikin ku xwe radest bikin, lê dorpêçkiriyan red kirin ku xwe radest bikin û ketin berberiyê û bi bêtêlê daxwaza alîkariyê ji hikûmetê kirin, Pêşmerge jî agahdarê hemû brûskên hikûmetê bû ku dorpêçkiriyan daxwaza alîkariyê dikirin û hikûmetê jî di bersiva wan de daxwaza bergirî û rizgarkirina wan dikir û berdewam bûn li ser bergiriyê, hinek ji brûskan rasterast arasteyî Ebdulkerîm Qasim serokwezîrê wê demê yê Îraqê dihatin kirin.

Hikûmeta wê demê ya Îraqê bi firokeyên şer berdewam bombebarana kor a hêzên Pêşmerge dikir lê ti ziyan negihand Pêşmerge, ji bilî wê jî hinek caran firoke bi çetr (tor) azûqe û fîşek û kelûpelên pêwîst ji bo dorpêçkiriyan davêtin xwarê, hejmareke kêm ji çetran gihaşt destê wan û çetrên din hemû ketin destê Pêşmerge, piştî du hefteyên dorpêçkirina qelayê, hêzeke Artêşa Iraqê bi fermandariya Eqîd Wehbî ku ji fewca sêyem a lîwaya sêyem pêk dihat, ji Rewandizê bi rêya Bersirînê ber bi Rayatê ket rê ji bo şikandina dorpêçê û rizgarkirina dorpêçkiriyan.

 Hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Mehmûd Kawanî û Haris Bêdarûnî li Kospê Spî û Kospê Role û Pira Hafiz rê li Artêşa Iraqê girtin û rûbirûyî wan bûn, şerekî giran di navbera wan de rû da, di encamê de ew fewca Artêşa Iraqê bi temamî ji nav çû, beşek ji serbazên wan hatin kuştin û beşek jî birîndar bûn û hinek jî dîl hatin girtin. Di vî şerî de ji bo hikûmeta Îraqê diyar bû ku hêviyek nema ye bikare bi vê rêyê xwe bigihîne Rayatê û dorpêça ser qelayê bişkîne, belkî penah bir ber rêyeke din ew jî bikaranîna çekdarên kirêgirtî ku li çiyayê Helgurdê hemberî Rayatê ji paş ve ji nişka ve êrîşî Pêşmerge bikin û hewl bidin dorpêçê vekin.

Diyar e ji bo cîbicîkirina wê planê komek ji kirêgirtiyan li pişt çiyayê Helgurdê planên êrîşkirinê hebûn, lê gava Barzanî nûçe bihîst û bi planê zanî, karê dorpêça qelayê spart Elî Eskerî û xwe ji bo pûçkirina vê hewla hikûmetê amade kir, ligel hêzeke Pêşmerge di demekê kurt de gihaşt ser wan, di 27ê hezîrana 1962an de li navçeya Çîxederê û Dol û Meydan û Hohrniya Balekiyan rûbirûyî wan bûn, piştî şerekî germ ku sê rojan kişand ew belav kirin û ket pey wan, hinek ji wan ji sînor derbas bûn û çûn nav axa Îranê û hinekên din jî xwe xistin nav şîv û dolên navçeya Lolanê, bi vî awayî hewla duyem a hikûmeta Îraqê ji bo têkşikandina dorpêçê şikest xwar.

Piştî ku Pêşmerge hemû hewla xwe ya xwe-radestkirina dorpêçkiriyan da û hewldanên wan bê sûd bûn, lewma di roja 10ê hezîrana 1962an de bi fermana Barzanî dest bi lêdana tunêlekê ji bo nav qelayê kirin, ji aliyê 16 Pêşmerge û du hostayên karêz-kolan ên Rojhilatê ku ew jî Pêşmerge bûn bi paç (tewr), quling, bariye (nwêl), xakenaz, tûrik û gûniyê dest bi lêdana tunêlê kirin ji dûriya 350 metreyan ji nav çalekê li rojhilatê qelayê ber bi yekem qulleya qelayê, bêyî alîkariya teknîkî û endazyariya xwemalî yan biyanî, car caran kunek tê de vedikirin û nîşaneke sor bilind dikirin heta bizanin ku çend maye heta digihên qelayê, di heyama 32 rojan de devê tunêlê gihaşt ber deriyê yekem qulleya qelayê li derveyî bin dîwarên kevirîn.

Nîşanên sor û dengê paç û pêmere tirseke mezin xistin dilê polîsan, her yek ji Elî Eskerî û Eşref Amêdî bi nav tunêlê de çûn bin dîwarê qelayê, ligel rêveberê nahiye ji kunemetrêzekê ketin gotûbêjê, ku êdî rêya çareyan nema ye yan divê xwe bidin dest yan her çar dîwarên qelayê (TNT) rêj dikin û diteqînin û bi ser wan de dirûxînin. Di nîşaneke din de hatiye ev her du berpirsên Pêşmerge zimanê Erebî dizanîn û ji rêveberê nahiye re ragihandin û soz dan ku eger xwe radest bikin hemû tên azadkirin.

Di şeva pêncşemê 12ê tîrmeha 1962an de dorpêçkiriyan xwe radest kirin ku hejmara wan 150 polîs bû, rêveberê nahiye û çend polîs şandin baregeha şoreşê li Bêtwate û di şikeftekê de hatin zîndanîkirin, yên din jî bi rêya Pîranşarê li welatê Îranê ji bo Qesra Şîrîn radestî dewleta Îraqê hatin kirin, mebesta Barzanî di vê de ew bûye ku dengê şoreşê bigihêje wê aliyê sînor, diyar e di wê demê de ku dîl gihaştin axa Îranê radyo û rojnameyên Ewropayê nûçeya wan belav kiribûn. Derbarê girtiyên Bêtwate de ku yek ji wan Erîf Kerîm Xoranî berpirsê polîsên qelaya Rayatê bû piştî zîndanîkirinê hat îdamkirin, rêveberê nahiye jî rojekê daxwaza dîtina Elî Eskerî dike û jê re dibêje ku te sozê xwe bi cih neanî, ew jî piştî çend rojan ligel çend polîsan hatin azadkirin.     

Her çend di 5ê tîrmeha 1962an de şandeke firqeya duyem a Artêşa Iraqê bi mebesta danûstandin û rêkeftinê gihîştin cem Barzanî li Hacî Omeran lê ti encameke wê nebû. Piştî dest bi ser de girtina qelayê destkeftên şoreşê pêk dihatin ji 103 çekên rûsî û îngilîzî û polonî, 6 reşaşên Brên ên rûsî, 3000 fîşekên îngilîzî, amûreke bêtêl û amûreke şarjê, herwiha bi biryara şoreşê qelaya Rayatê kirin zindan û berpirsiyariya wê jî dan destê Seîd Mesîfî.

 Di 11ê tîrmeha 1962an de di serûbendê xwe bi destê xwe ve girtina dorpêçkiriyan nameyeke lezgîn ji Umer Debabe ve gihîşt Barzanî, tê de amaje bi wê kiribû ku şerekî dijwar di navbera hêzên bin fermana wî û komek bi kirêgirtiyan (caş) berdewam e, daxwaza alîkariya lezgîn ji Barzanî kiribû ji bo rawestandina hinek cihan ku çekdaran karîbûn dest bi ser de bigirin, Barzanî jî bi xwe ligel komek Pêşmergeyên Barzanî çû ji bo alîkariya wan, dema Barzanî û hêza wî gihîştin cihê şerê çekdarên bi kirêgirtî vîna wan rûxiya û nekarîn berdewam bin û şikestin, şer di berjewendiya Pêşmergeyan de bi dawî hat, hemû wan cihên ku dest bi ser de girtibûn hiştin û derbasî nav axa Îranê bûn, di vî şerî de du Pêşmerge şehîd bûn û 12 birîndar bûn. 

Bi vî awayî binkeya polîsên Rayatê û take hêza hikûmeta Îraqê li navçeyê de hat hilweşandin û bi teknîka xwecihî û bê ziyan ji navçeyê hatin derxistin heta dawiyên şoreşê jî hêzên dewletê nekarîn rû li navçeyê bikin, herwiha şoreşê desthilata temam bi ser navçeyê de sepand û gavên ber bi qonaxeke nû ve avêtin di rûyê çespandina giyanê şoreşgerî û revandina tirsa rêjîmê bi ser welatiyên navçeyê û zêdebûna hejmara Pêşmergeyan.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, bergê sêyem, beşa yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çapa yekem 2004.

2- Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetî, çapxaneya Rojhilat, çapa yekem, 2018.

3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka şoreşa Îlonê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007.

4- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Îlonê 1961-1970, çapa yekem - çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.

5- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî, bergê yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.

6- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.

7- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di şoreşa Îlonê de, çapxaneya Xebat, Duhok 1999.