Jînenîgarî

Mela Mîrxan Badîn, sala 1926 li gundê Dôrî qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bû, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye û li kampa Zêweyê ya Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye. Dûre çûye qezaya Şehriyar li parêzgeha Tehranê. Sala 1992 koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşgêr ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945 û piştî nesko ya şoreşê, hevrêyê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê serê sala 1946, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946, hevrêyê leşkerê şoreşgêrê Barzan bi fermandeyiya jenerêl Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahnişîniya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran- Îraq- Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrîyê cîwar bûye.

22ê gulanê 1947 hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê "Nexçewan"ê ya Komara Azerbaycanê bo maweyê çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û poşak û hatûçûyê wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweyê çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

 Adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewma Mela Mîrxan Badîn di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

 Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mela Mîrxan Badîn di 16ê nîsanê 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.

Serçave:

1- Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmehê 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.