Mustefa Umer Yasîn, sala 1927 li gundê Seftî ser bi nahiyeya Barzan qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye û xwediyê pênc kur û çar keçan e, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1991 piştî raperînê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 1996 li qezaya Xebat koça dawî kiriye û li goristana Xebatê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û yek ji şervanên hêza Barzan li Komara Kurdistanê li Mehabadê bûye, beşdarî şerên dijî êrîşên artêşa Îranê bo ser komarê bûye.
22ê gulana 1947 hevaltiya jenerel Mustefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçevan" a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçoyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêrên meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de li Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkend" a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewra Mustefa Umer Yasîn di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mustefa Umer Yasîn di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye. Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û bûye Pêşmerge.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





