Jînenîgarî

Silêman Hekîm Yasîn, sala 1928 li gundê Pêndro ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1933an vegeriyaye Kurdistanê, piştî ku Şoreşa Duyemîn a Barzan bi dawî dibe û diçe Komara Kurdistanê li Mehabadê, li wir karîbûye heta pola sêyem a navendî bixwîne, li Yekîtiya Sovyetê heta sala 1950yî zimanê rûsî û yasaya siyasî xwendiye, paşê di sala 1952an de li beşa çandiniyê ya Zanîngeha Taşkentê hatiye wergirtin, piştî temamkirina xwendinê wek fermanber li îdareya çandiniyê ya Taşkentê hatiye damezrandin, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê ligel Lîda pêk aniye, sala 1959an li Zanîngeha Mustensiriye bûye mamosteyê waneya rûsî û hewdem mamosteyê beşa çandiniyê ya zanîngehê bûye, di 11ê adara 1970yî de wek fermanber li Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, sala 1977an bi sedema sûdwergirtin ji lêborîna giştî vegeriyaye Hewlêrê û ji bo cara duyem li Fermangeha Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin. Di 15ê çiriya paşîn a 2011an de li Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

Silêman Hekîm Yasîn Sala 1945an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Mûrîkî kiriye, piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û pileya efseriyê jê re hatiye bexşîn, berpirsê dabeşkirina azûqe û pêdiviyên bereyên şerê Seqiz û Serdeştê bûye, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê beşdarî şerên Xalawe û Celdyanê kiriye li Rojhilatê Kurdistanê.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mzûrî.

Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, waneyên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn ku kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê ya paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, beşdarî şerên navçeya Rêkaniyan, Zêbariyan û Sîdekan, Nehle kiriye, li gundê Girbiş birîndar bûye û li şikefta Zûregivana nêzîkî Rêzan hatiye çareserkirin, sala 1963an beşdarî şerê Şêleberazê kiriye û ji bo cara duyem birîndar bûye, sala 1974an çek hildaye û çûye Gelale, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û li Cehromê niştecî dibe.

 Di 15ê kanûna pêşîn a 2010an de li  Kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

 

Çavkanî:
  1. Hamîd Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Weşanê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  4. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).

  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  6. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  7. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979m).

  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  9. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  10. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.