Umer Aẍayê Dolemerî sala 1927an li gundê Lêlokê yê ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, di zaroktiyê de şivantî kiriye, piştî ku ligel jeneral Mistefa Barzanî diçe Yekîtiya Sovyetê, li wir bawernameya dîplomê di beşa çandiniyê ya Zanîngeha Taşkentê de werdigire, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê di sala 1959an de li Rêveberiya Çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin.
XebatnamePiştî hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan di sala 1943an de û berdewamiya wê heta sala 1945an, Umer Aẍayê Dolemerî peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şerê Meydan Mûrîk de beşdar bûye, ji ber beşdariya wî di şoreşê de, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevaniya komarê kiriye.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên deşta Şino û Helejê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di navbera manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 18ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkentê ya paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewazî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Berî ku Şoreşa Eylûlê hilgirse, erka xwe ya fermî cî hiştiye û vegeriyaye cem serok Mistefa Barzanî. Sala 1961ê beşdarî şerê geliyê Zawîte û serê Akrê û Pirsê bûye û yek ji wan serqolan bûye ku ligel serok Mistefa Barzanî çûye navçeyên Sengeser, Raniye û Dîlman. Sala 1963an dema hikûmeta Îraqê êrîş aniye û xwestiye navçeya Barzan dagîr bike, ligel jeneral Barzanî vegeriyaye navçeyê û jeneral hêzeke Pêşmerge bi fermandeyiya Umer Aẍa şandiye navçeya Şûş û Şermen û serencam ew hêz û hêza qolên din êrîş kirine ser dijmin û di dîroka 26ê hezîrana 1963an de paşekişe bi dijmin kirine, lê piştî topbarankirina navçeyê ji aliyê topxaneyên dijmin, Umer Aẍa birîndar bûye. Piştî rawestana şer bi şêweyekî demkî, ligel serok Mistefa Barzanî çûye Dîlman. Di sala 1974an de beşdarî şerê Pêncwênê bûye û piştî vegera xwe çûye yekeya topxaneya hêza Balek.
Piştî nesko ya şoreşê û çûna Barzanî bo welatê Îranê, Umer Aẍa jî ku pasewanê jeneral Mistefa Barzanî bû, ligel wî çûye Îranê. Piştî hilgirsiya Şoreşa Gulanê, di şoreşê de beşdar bûye û sala 1979an ligel serok Mesûd Barzanî çûye Ražan û di xebatê de berdewam bûye, heta raperîna adara sala 1991ê û li wir jî rola wî ya berçav hebûye. Di 16ê tebaxa 1993an de li Kongreya Yanzdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, Şoreşa Eylûlê û Gulanê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn. Di dîroka 10ê tîrmeha sala 1995an de li gundê Ziyaretê Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr-Dezgayê çap û belavkirinê Aras-Çapxaneya Wezareta Perwerde -2004)
3- Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraq, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
4- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
5- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
6- Nesê qerarê lîjneyê efûyê giştî bi berdê îtîbar bo şehîdên şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 2,3, El-Metbe'e El-Rabite, Bexda, 1 Nîsan 1959.
7- Arşîvê desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





