Şêx Muradxan di sala 1921ê de li gundê Važî ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe koçberî Komara Tirkiyeyê bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Aîşe bû ku berî vegera wî ji Yekîtiya Sovyetê bi sedema nexweşiyê koça dawî kiribû, keçek bi navê Naz Şêx Murad (1946) hebû. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, Şêx Muradxan di sala 1959an de wek fermanber li Fermangeha Çandiniyê ya Kerkûkê hatiye damezrandin, di sala 1961ê de careke din jiyana hevjîniyê pêk aniye û navê hevjîna wî ya duyem Xedîce Salih Mistefa bûye û xwediyê du kur û heft keçan bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê û di sala 1979an de hatiye veguhestin bo komelgeha Herîrê û li kargeha Awetemate kar kiriye, her sê zimanên kurdî, erebî û rûsî dizanîbû.
XebatnameDi sala 1943an de peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şerên vê şoreşê de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdarî kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha di nav wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegera wan, Jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî ji wan re hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li Herîrê şûnbizr hatiye kirin.
Serçave:-
Rêkarî Mizoûrî, Jênên Ross û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
-
Rêkarê Mizoûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975 - 1991 li gorî zimanê şayîdhal û belgenameyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.
-
Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Žažokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z).
-
Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m), s 288.
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaney Xebat - 1998z).
-
Necaf Qulî Pesyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, wergêranî Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîfî destey înskilopîday Partiya Dêmokrata Kurdistanê





