Jînenîgarî

Mela Reş Meznêyî, sala 1925 li gundê Meznêyê ser bi nahiyeya Meznê li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bo maweyê salek û nîv li Rewandizê serbaz bûye, ji ber ku Kurd bû bo maweyê hijdeh mehan li zîndana Rewandizê destbiser bûye û ligel hijdeh kesan karîn ji zîndanê birevin, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya xwe di beşa endezyariya mekanîkî ya çandiniyê de bi dest xistiye, her li Yekîtiya Sovyetê du caran jiyana hevserî pêk aniye, hevjîna wî ya yekem bi navê Amîne û hevjîna wî ya duyem bi navê Lîda Aleksandrovîç bûye. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, Melareş sala 1959 wek fermanber li Mûsilê hatiye damezrandin û piştre bo fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye veguhastin, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, sereta li komelgeha Zêwe bûye û piştre bo Meşhedê û piştre jî bo Qezwînê hatiye veguhastin, meha hezîrana 1993 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li nahiyeya Meznê nîştecih bûye.

 Şarezayiya wî di zimanên Kurdî, Erebî, Farsî, Tirkî û Rûsî de hebûye, di 6ê kanûna pêşîn a 2008an de li gundê Meznê koça dawî kiriye û her li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943 li gundê Jajokê peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, beşdarî şerê Badlîan û Jajokê bûye, di 2ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanederê bûye.

 Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye. Piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, piştî neskoya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelosê bûye. Di 13 li ser 14ê adara 1947an de beşdarî şerê Gûjar û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye.

 Piştî vegera wan, jeneraal Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoşê civînekê ligel hevalên xwe dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneraal Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û ماندووبوونێکی zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweyê çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgeheke li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweyê çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hevawezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneraal Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneraal Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1963 awareyê navçeya Mizûriyan bûye, sala 1976 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û serpel bûye, beşdarî şerê Serê Berdê bûye, meha hezîrana 1993 vegeriyaye Kurdistanê, Pêşmerge bûye li lijneya civakî ya navçeya Dolemerî.

Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Hîder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
  7. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  8. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  9. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  10. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  11. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
  12. Di bîranînên fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  13. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  15. Miqdad Şaswar, Pêşmergeyê dêrîn Mela Ehmed Mela Reş leşkerê îro yê Kurdistanê xwedî bingeheke dêrîn û xurt e, Govara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 33, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîriyê, îlon 2000z.
  16. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).