Beşek ji hevalên Barzanî di şoreşa yekem a Barzan (1931-1932) û beşek jî di şoreşa duyem a Barzan (1943-1945) de beşdar bûn û piraniya wan di Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê di (1946) de çekên bergiriyê li milê xwe bûn, heta hevalên xebatkar hebûn ku ji şoreşa yekem a Barzan ve beşdar bûbûn, heta raperîna sala 1991ê.
Hevalên Barzanî bêyî ku bizanin çarenûsa wan dê bigihîje ku derê, jiyana xwe di pênavê azadiya milet û parastina biha, nerît û çanda Kurdistanê de terxan kiribûn. Hevalên Barzanî şopînerên rêbaza Barzan û general Mistefa Barzanî bûn, biryardana wan ji bo derbaskirina sînorê ewqas welatan, selîmêrê wê rastiya dîrokî ye ku di vê pênavê de amadeyê her cure qurbaniyekê bûn, eger ne wisa bûya; bergeya ewqas zehmetî û astengên xwezayî û şopandina dagirkeran nedigirtin, ew tiştê ku bi dirêjahiya rê û mayîna wan li Yekîtiya Sovyetê rûbirûyê wê bûbûn.
Hevalên Barzanî, ji xebatkarên cih, navçe û beşên cuda yên Kurdistanê pêk hatibûn, bi wê wateyê ku cudahî û heta ew sînorên destkar ên ku Kurdistan ji hev qut kiribûn, nekarîn bibin asteng li ber yekrêzî û yek hilbijartina wan. Hevalên Barzanî ji herî yekemîn bûn ku bi kiryar selîmandin rêbaza Barzanî, dibistana Kurdayetî û bawerî ye û ewê li ser vê rêbazê biçe Kurdîniyê dike.
Biryara xwe bi destê dijmin neadan û berdewamkirina xebatêPiştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, Barzaniyan neçar bûn paşekêşî bikin û hewl bidin bên ser xaka Kurdistanê ya vê alî, piştî kuştin, komkujî, bombebaran, topbaran, birçîbûn, sermayê, nexweşî û qetûqiriyê, Barzaniyan bi du desteyan hatin ser xaka Başûrê Kurdistanê, desteya yekem ku piraniya wan jin û zarok bûn, li gel Şêx Ehmed Barzanî vegeriyan û desteya duyem jî general Mistefa Barzanî û hevalên wî bûn ku di 15ê nîsana 1947an de red kirin xwe radestê dagirkeran bikin û biryar dan rêya man û nemanê hilbijêrin û berdewamiyê bidin xebata Kurdîniyê.
Piştî têkşikandina çendîn êrîş û planên rejîma Şahê Îranê, di 19ê nîsanê de, general Mistefa Barzanî hêza xwe di pênc desteyan de bi vî awayî rêxistin kir: desteya yekem bi fermandeyiya Şêx Silêmanê Barzanî, desteya duyem bi fermandeyiya Esed Xoşewî, desteya sêyem bi fermandeyiya Mamend Mesîh, desteya çarem bi fermandeyiya Hemedemîn Mîrxan û desteya pêncem bi fermandeyiya Misto Mêrozî.
General Barzanî û tevahiya hêza xwe di 25ê nîsana 1947an de gihîştin navçeya Mizûrî û li gundê Ergoş kom bûn, di wê serdemê de bersiva hikûmetê derbarê wê gotûbêja ku di 23yê mehê de li gel şanda hikûmeta Îraqê hatibû kirin, vegeriya. Bersiv bi vî awayî bû; hikûmeta Îraqê razî ye, Barzanî û hewadaran bê merc vegerin Îraqê û hikûmet ew biryara cîbicî nake ku di sala 1945an de ji bo sêdaredana Mela Mistefa Barzanî dabû, lê belê hikûmet her cezayekî din bi şayesteyê bibîne, li ser wî disepîne.
Biryara rêçûnê ber bi Yekîtiya SovyetêDi 6ê gulana 1947an de general Mistefa Barzanî li gundê Ergoş bi şêwirîn li gel fermandeyan biryara xwe ya dîrokî da ku penaberî bû bo Yekîtiya Sovyetê, heman demê biryarê bi tevahiya hêza xwe ragihand û sedemên wê jî ronî kir û Pêşmergeyên xwe di vegerê de, yan mayînê de serpişk kir, encam ew bû, hemûyan bi yek dengî biryara mayînê û sozê canfîdayî û berdewamiyê dan.
Barzanî; piştî rêxistin û dabeşkirina hêza xwe li ser qolan û diyarkirina erka her qolekê, fermana çûnê da hêzên xwe, 22ê gulanê ew hêz gihîştin gundên Herkî, Basiya, Stûnê û gundên din ên wê navçeyê, 23ê gulanê Barzanî û hêzên wî li gundê Drê bûn, 24ê mehê ew hêz çûn gundê Bêdaw, şoreşgeran di 25ê mehê de gundê Bêdaw ber bi gundê Bayê û rêya Zîniya Asingeran girtin ber xwe, berbangê 27ê nîsanê general Mistefa Barzanî û hêzên wî piştî xwe derbaskirinê ji Zîniya Asingeran di sînorê di navbera Îran û Îraqê de derbas bûn û şev li gundê Cirmî bi cih bûn.
Sibehê roja din bi xaka Rojhilatê Kurdistanê de, Cirmî ber bi gundên Embî, Derbend û Tilwê ku vala kiribûn, cîh hêştin. Bi dirêjahiya rojên 29- 31ê gulana 1947an general Mistefa Barzanî û hêzên wî li navçeya Herkiyatî man.
Di 31ê gulanê de navçeya Herkiyan ber bi navçeya Şikak û gundê Sîro cîh hêştin, 3ê hezîrana 1947an li gundê Dostan ber bi gundên Dêlzê û Hacî Civan û Gozerêşê ketin rê, maweyekî kurt li gundê Gozerêşê derbas kirin, dema gihîştin gundê Hevlûran, xelkekî zêde hatibûn pêşwaziyê, heman şevê Barzanî û hêza wî gihîştin gundê Broşxoran.
General Mistefa Barzanî wek serkirdeyekî serbazî yê agahdar û şarezayê tijî hêvî, berpirsiyarê hêzan kom dike û ji wan re radigihîne: Pêwîst e nan û pêdiviyên temam li gel xwe hilgirin, çimkî qonaxa dahatû ya rêçûnê qonaxekî zehmet û tijî metirsî ye û dibêje: Her îşev û berî berbangê 5ê hezîranê divê Dola Qeturê bibirin, yanî bi her du rojên 4-5ê hezîranê, ev jî di demekê de bû Barzanî bi rêya rêberan agahiyên hûr derbarê zehmetî û dijwariya Dola Qeturê hebû û dizanî ew cih tu pêç û penayekî tê de nîne, eger hêzekî serbazî tê de be, divê rûbirûyê bibin û bi derbeya hêzê rêyê bibirin.
General Barzanî wisa bi baş zanîbû, eger hêza dijmin li wir cîgirkirî be, divê ji nişka ve êrîşî wan bê kirin, bi vê nexşeya serbazî xwe ranagirin û sengerên xwe vala dikin, lewra fermana da hêzên xwe, xwe ji wan binkeyan biparêzin ku diketin navbera Broşxoran û Dola Qeturê, bi vê sedemê neçar bûn ji bo çend demjimêran rê bimeşin û biçin nava xaka welatê Tirkiyê û dubare vegerin xaka Îranê, ev jî ji bo wê yekê bi selametî bi wê navçeyê de derbas bibin. Ev plana serbazî yek bû ji mezintirîn serkeftinên rêçûnê.
Berbangê 5ê hezîranê; Barzanî û hêza wî gihîştibûn navçeya hoza Erûsî, roja din li gundê Elendiyanê gihîştin her du gundên Belesûr û Belerêş, piştî nîvro jî çûn hewarê Hacî Begê Cemîl û êvarê çûn gundê Melhemî. Li vî gundî bi mebesta xwe dûr girtin ji rûbirûbûna hêzên dagirker û parastina jiyana şoreşgeran, Barzanî pirsyar ji Mîrza Ebdiyê xelkê gundê dike, gelo selamettirîn rêya ber bi rûbarê Aras kîjan e, Mîrza Ebdî di bersivê de dibêje rêya Mako- Hason.
General Mistefa Barzanî û hêza wî şeva 7 li ser 8ê hezîranê li gundê Embariyan dimînin û sibê 8ê hezîranê digihîjin gundên Klîs Kend û Axdaşî yên nêzîkî bajarê Makoyê, ji ber ku hêzeke mezin a artêşa Îranê bi piştgiriya top û tank û hêza asmanî piştî gihîştina wan hemû rê û rêçên navçeyê girtibûn, ew her du gund hatibûn valakirin. Di barûdoxeke wiha de rûbirûbûna serbazî tê çaverêkirin, jeneral Mistefa Barzanî piştî lêgerîna hûr a navçeyê, hêzên xwe kirin du beş û fermandeyiya beşa sereke ya hêzê Hemêdemîn Mîrxan bû bi alîkariya Mamend Mesîh û Misto Mêrozî û ji Klîs Kendê rasterast êrîşî dijmin kirin, beşa duyem a hêzê jî ku Esed Xoşewî serkirdetiya wê dikir û her yek ji Salih Kanyelincî û Seîd Welî Beg alîkarên wî bûn, ji bo êrîşkirinê ji Axdaşê hatin raspardin. Di 9ê hezîrana 1947an de li Çiyayê Susuz û Deşta Makoyê êrîş bo ser hêzên artêşa Îranê dest pê kir û bêwestan heta 11ê hezîranê dirêj kir û di encama şer de jeneral Barzanî û hêza wî karîn rê vekin û dest deynin ser pira Makoyê, di encama vê de di 11ê hezîranê de ji çemê Zengî derbas bûn û gihîştin gundê Hasun, di vê têkoşînê de Barzanî careke din da selmandin ku di çanda wî û hevalên wî de tiştek nîne ku navê wê ne mumkin be.
Barzanî û hêza wî di 13ê hezîranê de ketin nav rewenda eşîra Celalî û li wir jî piştî nîqaşeke zêde bi serokê eşîrê re ew der cih hiştin û di 15ê hezîranê de gihîştin gundê Suktilî yê nêzîkî çemê Arasê. Jeneral Barzanî ferman da her yek ji Mîrhac Ehmed Akreyî û Hacî Heyder Ergoşî û Xelîl Îbrahîm Ergoşî û Lawko ku ji Arasê derbas bibin û ji rûsan re ragihînin ku Barzanî û hêza wî dixwazin bên ser axa Yekîtiya Sovyetê, ew jî rasterast fermanê bi cih tînin û di 16ê mehê de diçin gundê Seraclû û li wir qişleyeke polîsan heye û ji wan re dibêjin hûn vegerin, em ê ji Moskowê re ragihînin ku hûn hatine û paşê bersiva Moskowê çi be, em ê ji we re bibêjin.
Nûnerên Barzanî vedigerin cem jeneral Barzanî, çaverê dikin û ti bersiv ji wan re nayê şandin, lewma serok Mistefa Barzanî, Şêx Silêman Şêx Ebdulselam radispêre, Arasê bibire û vegere qişleyê. Dema digihîje wir, jê re radigihînin ku bersiva Moskowê "erê" ye. Tevî mezinahiya çemê Arasê û firehiya wê, Barzanî û hevalên wî çawa be, ji çem derbas dibin û diçin nav axa Yekîtiya Sovyetê.
Jeneral Mistefa Barzanî û hevalên wî piştî ew hemû nehametî û nexweşî û berf û bombebaran û topbaran û şerê dest bi dest, di 19ê hezîranê de gihîştin Yekîtiya Sovyetê û bi cureyekê metirsiya dijmin li ser wan kêm bû, lê zehmetiyên jiyanê her berdewam bûn.
Gihîştina bi axa Yekîtiya SovyetêPiştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de jeneral Mistefa Barzanî û hevalên wî dibin serbazgeheke ser bi artêşa Yekîtiya Sovyetê û heman rojê Barzanî ji hevalên wî vediqetînin û Mela Mistefa Barzanî dibin cihekî nediyar û hevalên wî jî dibin kampêke li ser çemekî ku sê saetan ji bajarê Nexçewan dûr bûye û hêzeke mezin dor li wan girtibû û nehiştin kes derkeve û nehiştin kes wan hevalan bibîne.
Hevalên Barzanî heyama çil rojan li kampê dimînin û xirabtirîn xwarin û cil û bergên wan didanê û ne konê wan hebû û ne xaniyek ku têkevinê, ya hebû meydana kampê bû ku çend darên wê hebûn û hemû hevalan bi roj diçûn bin siya wan çend daran. Di wê heyamê de hevalên Barzanî ti nûçeyek ji serok û rêberê xwe nizanibûn, lewma çend caran xwepêşandan kirin û man girtin û daxwaza nûçeyên serokê xwe dikirin, lê çalakiyên wan bê encam bûn, heta rojekê ligel çend efserên artêşa Yekîtiya Sovyetê, Barzanî derketibû û jê re ragihandibû ku ji wê kampê wan vediguhêzin cihekî din.
Hevalên Barzanî bi biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatin veguhestin serbazgeheke ku li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê bû. Di 23yê heman mehê de cil û bergên serbazî dan wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirin. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî hatin dayîn.
Piştî muameleya xirab a Cefer Baqirov ligel wan penaberan, jeneral Barzanî diçe cem wî û jê re dibêje, "Em penahê me anî Yekîtiya Sovyetê da ku alîkarî bên kirin, lê li vir muameleya pir xirab ligel me dikin, lewma yan tu bi xwe çareyeke ji bo hevalên min bibîne, yan rê bidin min ez bi xwe biçim Moskowê", lê Baqirov tiştekî bi cih nayîne. Piştre di 29ê tebaxa 1948an de biryar tê dayîn kampa serbazî ya hêza Barzanî ji Komara Azerbaycanê bê veguhestin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de hêza Barzanî bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan kar dikirin û diviyabû bi pembûçinîn û dirûn û qûrkarî yan her karekî din xwe bijînin.
Dûrxistin û ji hev qutkirina hêza Barzanî ji hev, jeneral Mistefa Barzanî bêhêvî nake û bi dûrxistî jî li girava Çimbayê di nameşandina bo Stalîn de berdewam dibe, lê vê carê jî name nagihîjin destê wî, heta dawiyê bi xwe kesekî radispêre û daxwazê jê dike nameya daxwaznameya wî bixe nav posteya taybet, bi vê jî plana wî ser digire û jeneral vedigerînin Taşkendê û hevalên wî jî hemû bi hev re di sala 1951ê de li Vrîvîskî tên komkirin.
Piştî komkirina wan li bajarê Vrîvîskî ku ji bajarê Taşkendê pir dûr nebûye, Barzanî her şemiyê serdana hevalên xwe dikir û ew jî jiyana wan guherîbû û beşek ji wan li wir jin anîbûn û bibûn xwediyê zarokan.
Herwiha beşeke mezin ji şoreşgerên hêza Barzanî piştî ku bi başî fêrî zimanê rûsî bûn û piştî ku serok Mistefa Barzanî daxwaz ji desthilatdarên Sovyetê kir, rê bidin hevalên wî li zanîngeh û peymangehan bixwînin, ew razîbûn hat wergirtin û hevalên Barzanî çûn zanîngeha Partî Şkul, Yangî Yulî, Taşkend, Vîvskî, Moskow..hwd û zêdetirî 120 li bajarên Gorkî, Saratov, Îstanov û Tambov dixwendin. Beşeke mezin ji wan zêdetirî pênc salan xwendin, heta dawiyê di sala 1959an de hinek ji wan peymangeh û hinekên din jî kolêj temam kirin û beşek ji wan piştre master û doktoraya xwe jî xwendin.
Vegera lehengê welatPiştî serketina şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, general Mistefa Barzanî pîrozbahî li Ebdulkerîm Qasim kir ji bo serketina şoreşê, hikûmeta nû jî biryara vegera general Barzanî û hevalên wî wek leheng derxist. Wiha bû ku di 21ê tebaxa 1958an de bajarê Moskowê bicî hişt û di rêya vegera xwe de ji aliyê serokê welatê Romanya û serokkomarê Çekoslovakyayê ve pêşwazî lê hat kirin, di 17ê îlonê de bi firoke gihîşt firokexaneya bajarê Pragê, du roj şûnde gihîşt firokexaneya Qahîreyê û li Koşka Qubbe ji aliyê Cemal Ebdulnasir serokê wî welatî ve pêşwazî lê hat kirin, di 6ê çiriya pêşîn de li firokexaneya Musenna ya bajarê Bexda daxist û ji aliyê hemû pêkhateyên Îraqê ve pêşwazî lê hat kirin. Hikûmeta komara Îraqê di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û benda (A) ya madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, biryara lêborînê ji bo hevalên Barzanî derxist ku di serdema rejîma padîşahiyê de ji ber beşdariya wan di Şoreşa Duyemîn a Barzan de li dijî wan hatibû derxistin.
Lewma çi yên ku li Vrivîskî bûn û çi yên ku li komara Rûsyayê bûn, çûn bajarê Odesa yê li ser sînorê Deryaya Reş û li wir di rêkefta 1ê nîsana 1959an de siwarî keştiya Gruznî bûn û ber bi Îraqê ve bi rê ketin û di 16ê nîsanê de gihîştin Besrayê û li wir ji aliyê serok Mistefa Barzanî ve pêşwazî li wan hat kirin û piştre ber bi Kurdistanê ve bi rê ketin û bi dîtina welat û hezkiriyên xwe şa bûn.
Hevalên Barzanî; wek navekî bi rûmet li ser wan kesên kolneder û xebatkar hat danîn ku heta Kurdek bimîne, rêz li xebat û wêrekiya wan digire, ji ber ku tiştê wan û general Mistefa Barzanî serokê wan ê jêhatî kirin, di dîroka neteweyên ser rûyê erdê de bi kêmî jî rû nedaye.
Ev a jêr navê wan hevalên leheng ên serok Mistefa Barzanî ye ku ber bi Yekîtiya Sovyetê ve hevaltiya wî kirine:
Lîsteya hevalên Barzanî1 Axa Elî Navdarî
2 Avdel Hacî Mîkaîl (Avdel Bijiyanî)
3 Avdel Mistefa Umer (Avdel Misto)
4 Avdel Mîro Enter (Ehmed Mîro)
5 Al Elî Al Usman (Alo Elî Alo)
6 Alî Şêxumer Bêdarûnî
7 Ebûbekir Şêx Ebûbekir (Hecî Ebabekir)
8 Ehmed Birîndar Çîço
9 Ehmed Teha Yans (Ehmed Teha)
10 Ehmed Cesîm Ehmed (Ehmed Cesîm)
11 Ehmed Hedo Qurtas (Mela Ehmed Hedo)
12 Ehmed Hedo Ehmed (Ehmed Hedo)
13 Ehmed Hesen Leşkerî (Ehmed Bêsterî)
14 Ehmed Hemo Melaşîn (Ehmed Bêdawî)
17 Ehmed Emr Mihemed (Hecî Ehmed)
18 Hecî Ehmed Livrokî (Hecî Ehmed Livrok)
19 Ehmed Leşkerî (Mela Ehmed)
20 Ehmed Mihemed Îsmaîl (Ehmed Mihemed Sut)
24 Esed Xoşewî
25 Esed Reşo Mela Hemze (Esed Reşo)
26 Esed Silêman Qadir
27 Esed Mihemed Xalid (Esed Hem)
29 Elyas Usman Hacî (Elyas Usman)
30 Eyno Şukir Dawid (Eyno Twêy)
31 Yûsif Ebdulrehman
32 Îbrahîm Babekir Îsmaîl (Mela Birahîm Hesnekî)
33 Îbrahîm Huseyn Ehmed
34 Îbrahîm Hesen (Birahîm Hesen)
35 Îbrahîm Xoşewî Reşîd (Îbrahîm Navxoş)
37 Îbrahîm Şêxo Îbrahîm (Îbrahîm Mela Şêxo)
39 Ibrahîm Mela Celal (Ibrahîm Şikak)
40 Ibrahîm Mîralî Selîm
41 Ismaîl Teha Elî (Ismaîl Bazî)
42 Ismaîl Silêman
43 Ismaîl Şêxomer Ismaîl
44 Ismaîl Ebdullah Hemîre (Ismaîl Ebdulla)
45 Ismaîl Gefûr Huseyn (Seyîd Ismaîl Seyîd Gefûr)
46 Ismaîl Mihemed Ehmed (Ismaîl Mihemed)
47 Ismaîl Mela Yehya
48 Ismaîl Ehmed Elî (Ismaîl Melaehmed)
49 Babekir Şêx Huseyn Laçîn (Babekir Şêx Huseyn - Babekir Şêx Yasîn)
50 Babekir Mihemed Zubêr (Babekir Mihemed)
51 Badîn Qadir Badîn (Badîn Dêzoyî)
53 Behçet Ebdulxaliq Ebdulxaliq
55 Pîrmûs Umer Xelîl (Pîro Yûsif-Pîro Herûrî)
57 Pîro Hemed Ibrahîm (Pîro Heso)
58 Taceldîn Hesen Taceldîn (Tacdîn Melahesen)
59 Taceldîn Axa Tacdîn (Tacdîn Axa)
63 Teymûr Ceifer Mûsa (Teymûr Şikak)
66 Têlî Ebdulkerîm
69 Teha Hedo Çîço (Teha Reşik)
70 Teha Feqê Ebdulrehman (Mela Teha)
71 Teha Yasîn Şukûr
74 Cadir Ezîz Hemîd
76 Cemîl Tofîq Huseyn (Cemîl Sûr)
77 Cemîl Elî Cemîl (Cem Elî Cem)
80 Cewher Mihemed Elî
82 Çeto Mihemed Ebdulkerîm (Çeto Babsêvî)
83 Çîço Hetem Şemdedîn (Çîç Hetem)
85 Hacî Heyder Silêman Ebdî
86 Hacî Şêx Emîr
87 Hacî Elî Cebraîl (Hacî Alî Cebraîl)
88 Hacî Îsa
89 Hacî Meloy
90 Hacik Mihemed Hacik (Hacik Çemê)
92 Halî Bapîr Mihemed (Halî Kelokî)
93 Halî Mihemed Qadir (Halî Mihemed Xelanî)
94 Halî Mem Hedoy Yûsif
95 Halî Axa
96 Halî Ehmed
97 Hiso Mîrxan Ehmed ( Hiso Mîrxan Dolemery )
99 Husên Teha Îbrahîm (Husên Mela Teha)
101 Husên Xal Melahacî Îbrahîm
102 Husên Reşîd Şemdîn (Husên Reş)
103 Husên Salih Nadir (Hiso Salih)
104 Husên Silêman Melo (Husên Bazî)
105 Husên Şikir Mîralî (Husên Mîr Şikir Bêroxî)
107 Husên Elî Salih Horêmarî (Husên Elî Horêmarî)
108 Husên Feqî Xano
109 Husên Feqê Ehmed (Hiso Feq Ehmed)
110 Husên Mihemed Çiço
112 Husên Mihemed Kekşar (Hiso Mihemed)
113 Husên Mehmûd Mistefa (Gurgu-Mehmûd Babkiyî)
114 Husên Mela Teymes (Hiso Mela)
115 Husên Melko Mihemed
116 Husên Mîrxan Xezalî (Hiso Mîrxan Jajokî)
117 Husên Ehmed Tahir (Husên Ehmed Şar- Hiso Şar)
119 Hecî Ezîz
120 Hecî Umer Ebdulla
121 Hecî Mela Elî
122 Hecî Ehmed Siwar Hecî Maşo
123 Hedo Hesen
124 Hedo Fettah Mîrmihemed Qurtas
125 Hedo Qadir Qadir Baweyî
126 Hedo Mihemed Perya (Hedo Miş)
127 Hedo Ehmed Had
128 Hesko Mîro Hesen
129 Hesen Babîzdîn Hesen (Mela Hesen Bab Yezdîn)
130 Hesen Xal Hemze
131 Hesen Silêman Mela Ebdulrehman
132 Hesen Siwar Umer
133 Hesen Şemdîn Hatem
134 Hesen Elî Hesen (Hesen Elî Şêrwanî)
136 Hesen Mihemed Ebdulla (Hesko Çiço Ebdulla)
137 Hesen Mihemedselîm Ebdulwehab
140 Hesen Mela Hesen
142 Hesen Mela Mihemed Taceldîn
144 Hesen Ehmed Îbrahîm (Hesen Ehmed Naz)
145 Hesen Îbrahîm Ebdullah (Heskoyê Îbrahîm)
146 Hesen Îsmaîl (Hesen Smail)
147 Hakîm Umer Melashnî (Hakîm Mam Umer)
148 Hakîm Yasîn Teha
149 Hem Ehmed Hem (Hemê Sînemê)
150 Hemo Şivan Axa (Memo Şivan Axa)
151 Hemîd Ehmed Hesen (Hemîd Xesrewî)
152 Hecer Ebdulkerîm
153 Hedo Hesen Hedo
155 Hemo Ehmed Reş (Hemo Reş)
156 Xalid Elî Ehmed (Xalid Mela Elî)
158 Xano Cuc Xan
159 Xidadad Hesen Xan Mîrebeg
161 Xidir Remezan
162 Xizir Hesen Ebas (Xidir Xelkanî)
163 Xizir Îsa Xizir (Xidir Îsa Dolemerî)
164 Xizir Wesman Silêman (Xidir Mela Wesman)
166 Xelîl Şêxo Mih (Xelîl Şêxo Memudî)
167 Xelîl Elî Silêman (Xelîl Mela Elî)
168 Xemo Şemdîn
169 Xoce Hecî Mewlûd
170 Xurşîd Têlî
171 Xurşîd Nebo
172 Xurşîd Yûsif Silêman (Xurşîd Barzanî)
175 Xoşewî Mihemed Hesen (Xoşewî Bêxşaşî)
177 Dawid Yûhenna Lawko
178 Dawid Elî Cemîl
179 Derwêş Umer Ezîz
181 Derwêş Mîroyê Mihemedemîn Melal Axa
182 Rehman Mehmûd Ehmed (Rehman Mehmûdê Sûr)
183 Reza Oreyî Xudêda Hesen
185 Reşîd Hemo Hecî
186 Reşîd Resûl Qurtas Lêrebîrî
187 Reşîd Ezîz Reşîd
188 Reşîd Kerîm Silêman (Reşoyê Kerîm)
190 Reşîd Îbrahîm Qadir (Reşîd Mîr)
191 Remezan Hecî Umer (Remezan Kuranî)
192 Reyhane Şlîmon Xnanoy
193 Resûl Melamhemed Taceddîn (Mela Resûl Taceddîn)
194 Zahir Qadir
195 Zerard Silêman Silêman (Zerard Silêman Beg)
196 Zubêr Feqo Hesen
197 Ziyab Dûr Ziyab (Ziyab Barzanî)
198 Ziyab Ziyab Elî (Ziyab Hesnî)
199 Zêro Ezîz Hemîd
202 Salih Huseyn Murad
204 Salih Xano Usman
205 Salih Ebdullah Feqê
206 Salih Elî Ziyab
207 Salih Elî Silêman (Mela Salih)
208 Salih Elî Mihemed (Sako Elî - Sako Kanyelincî)
209 Salih Elî Axa Mehmûd
210 Salih Umer Hecî Palanî (Salih Palanî)
211 Salih Mihemed Spîndarî (Salih Mihemed Mihê)
215 Salih Ehmed Ebdullah (Salih Ehmed Ebdullah Kuremarkî)
218 Silêman Xal Al Ehmed
219 Silêman Silêman Bekirxan (Silêman Beg Dergeleyî)
220 Silêman Şawelî Usman (Silêman Şewalî)
221 Silêman Şerîf Melahesen
222 Silêman Şêx Ebdulselam
227 Silêman Laç Spîndarî
231 Sedo Qadir Qadir
232 Sedîq Bexşî Ehmed (Sidîq Bexşî)
233 Sedîq Xelîl Yehya
234 Se'dî Qasim Şîn
235 Se'îd Ebdulwehab Şêx Umer
236 Se'îd Ebdulkerîm Îbrahîm
237 Se'îd Umer Cemîl
238 Se'îd Umer Se'îd (Se'îd Mela Umer)
239 Se'îd Ebdullah Qasim (Se'îd Mela Ebdullah)
240 Se'îd Welî Beg
241 Se'îd Ebabekir (Şêx Se'îd Ebûbekir)
242 Se'îd Ehmed Hesko - Nadir (Doktor Se'îd Barzanî)
243 Selîm Huseyn Murad
244 Selîm Xan Mer'an
246 Selîm Reşîd Şemdedîn (Selîm Reş)
247 Selîm Zubêr Mela
248 Selîm Seîd Feqî Ebdulrehman
249 Selîm Şêxomer Ehmed Bêdodî
250 Selîm Ezîz Selîm
251 Selîm Îsa Yasîn
252 Seyîd Salim Teyib Mistefa
253 Seyîd Feqê Umer Sekoyî
255 Surkan Ebas Feqê
256 Siyamend Ezîz Ears
257 Sîn Hesen
258 Sîn Elî
259 Selîm Hesen
260 Seyîd Mela Elî
262 Şakir Oxiz Zulfeqar (Şakir Beg Oxiz Beg)
263 Şahîn Elî
265 Şeref Ebdulselam Birîndar (Şeref Mela Selam)
266 Şerîf Taceddîn (Mela Şerîf)
267 Şerîf Qurtas Mela
268 Şerîf Mistefa
269 Şefîq Ebdullah Qasim
270 Şekir Dawid Ebdî
271 Şekir Mihemed Ehmed
272 Şêx Muradxan Şêx (Şêx Omer)
273 Şêx Wesman Mihemedemîn
275 Şêxomer Zubêr Ebdullah (Şêx Zubêr)
277 Şêxo Umer Axa (Şêx Umer Mam Axa)
278 Şêxomer Şink Omer
279 Şêxomer Ezîz Edo
280 Şêxomer Mihemed Ehmed (Umer Mihemed Ehmed)
281 Şêxomer Mer'an Hesen (Şêxo Mer'an)
282 Şêxomer Mela Yûnis (Şêx Omer Şanederî)
285 Ears Xano Hisên
286 Ears Mihemed Xan
287 Elî Ehmed Elî (Halî Ehmed Halî)
288 Ebdal Hisên Şukir
289 Ebdulrehman Teha Ehmed (Erîf Ebdulrehman)
291 Ebdulrehman Mistefa Hemed (Ebdulrehman Gomeşînî)
292 Ebdulrehman Mela Hebîb (Mela Ebdulrehman)
293 Ebdulrehman Muftî
294 Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman
296 Ebdulrehîm Ebdullah Umer (Ebdulrehîm Babkeyî)
297 Ebdulkerîm Ehmed
298 Ebdîş Omer Ebdîş
299 Ezo Qasim Birahîm
300 Ezîz Hebîb (Ezo Mela Hebîb)
301 Ezîz Hisên Mîrxan (Ezo Hisên)
302 Ezîz Salih Ezîz
303 Ezîz Şêxomer Ezoy (Ezo Şêxomer)
304 Ezîz Qadir Mîran Kelokî
305 Ezîz Qazî Hemet (Ezîz Qazî)
306 Ezîz Maml Ezîz
307 Ezîz Mihemed Qadir (Uzêr Xelanî)
308 Ezîz Mihemed
309 Ezîz Mistefa Çelebî Gomeşînî (Ezîz Çelebî)
310 Ezîz Mîrza Ezîz Gûyzî (Hecî Ezîz)
311 Elî Hesen Şîn (Elî Toyî)
312 Elî Hemede Goj (Elî Mihemed Goj)
313 Elî Xan Avdel
314 Elî Xelîl Xoşewî
315 Elî Zêro
316 Elî Şeban
317 Elî Umer Mihemed
318 Elî Xazî
319 Elî Laçîn
320 Elî Mihemed Sidîq (Şêx Elî Şêx Mihemed Sidîq)
321 Elî Mihemed Qurtas Lîrebîrî
322 Elî Axa Taceddîn (Halî Axa Tacdîn)
323 Elî Axa
324 Elî Yûnis
325 Elî Ehmed Elî (Halî Ehmed Elî)
326 Umer Papîr Nebî
327 Umer Bayezîd Qadir
328 Umer Çîço
329 Umer Huseyn Şikak
330 Umer Hedo Umer (Umer Hedo Şanederî)
331 Umer Hesen Elî
332 Umer Şêx Mîr
334 Umer Şink (Umer Şêxomer Şink)
335 Umer Ebdulla
336 Umer Feqê Umer
337 Umer Mihemed Şerîf
338 Umer Melaşinî Hostanî
339 Umer Oxz Umer
340 Umeraxa Mihemed Umeraxa (Umer Axa Dolemerî)
341 Ozêr Ezîz
342 Îsa Hekîm Yasîn
343 Îsa Xalid
344 Îsa Siwar
345 Îsa Elî Şêx Palanî
346 Îsa Mihemed (Îsa Mihemed Melko)
347 Ebdulla Casim Beg
348 Ebdulla Huseyn Cercîs
349 Ebdulla Hesen Ebdulla (Ebdulla Avedorî)
350 Ebdulla Hemo Usman
352 Ebdulla Ziyab Zêweyî (Mela Ebdulla Zêweyî)
353 Ebdulla Salih Ebdulla
354 Ebdulla Silêman Feq Ebdulrehman
355 Ebdulla Seîd Ehmed
356 Ebdulla Îsa Îsa
357 Ebdulla Mehmûd Feqî Îsmaîl
359 Ebdulla Ehmed Ears
361 Elî Cangîr Cadir
362 Xezalî Mîrxan
363 Xezalî Îbrahîm Axa
364 Faris Mistefa Ebdullah
365 Faris Ne'man Îbrahîm
366 Firiya Meloyê Çawşîn
367 Fetah Umer Cemîl
368 Fetah Ehmedxan Hemed (Fetah Beg Ehmed Xan)
369 Ferzî Melko Barzanî
370 Fez Hedoyê Kurt
371 Feqî Hesen Mîro
373 Feyzî Osman Hemîre
374 Qadir Derwêş
375 Qadir Ebdullah
376 Qadir Mihemed Umer Mihemed
377 Qadir Ehmed Qadir Şemdin Ebdullah
379 Qasim Se'dî Ebdî
381 Qeb Xalid Zubêr
382 Kazim Mistefa Umer
383 Kak Elî Fetah
384 Kamil Zelmat
385 Kerîm Melko Ebdullah
386 Kejo Ebdullah Mela
387 Kekşar Ehmed
388 Keko Huseyn
389 Goran Îsa Goran
392 Malxo Mihemed
393 Mam Mîrza Elendî (Mam Mîrza)
394 Mames Reşîd Hes (Mames Reş)
395 Mamend Mesîh
396 Mihemedemîn Ebdullah
397 Mihemedemîn Krêt
398 Mihemed Bekir Babekir
399 Mihemed Teha
400 Mihemed Cilindî Cebraîl
402 Mihemed Çawşîn Şêxo
403 Mihemed Çîço Pêndroyî
404 Mihemed Halî
405 Mihemed Hesen Xidir
406 Mihemed Hesen (Mela Mihemed Hesen)
407 Mihemed Hemo Osman
408 Mihemed Xal Mela
409 Mihemed Reşîd Şemdin (Mihemed Axa Reş)
410 Mihemed Reşîd Mihemed (Mihemed Reş)
411 Mihemed Sidîq Barzanî
412 Mihemed Siwar
413 Mihemed Şerîf
414 Mihemed Şikir
415 Mihemed Şêro Miho Elî Şêro
416 Mihemed Elî Şêx Mihemed
417 Mihemed Ebdullah
418 Mihemed Ebdullah Hesen
419 Mihemed Ezîz Ears
420 Mihemed Ezîz Mihemed
421 Mihemed Elî Al
422 Mihemed Osman
423 Mihemed Îsa Mihemed
424 Mihemed Feq Yezdîn
425 Mihemed Mam Reş
426 Mihemed Mistefa Hesen
427 Mihemed Mehmud
428 Mela Mihemed Mihemed
429 Mihemed Necîb Mihemed
430 Mihemed Hadî Tuynar
431 Mihemed Yasîn
432 Mihemed Axa Babekir
433 Mihemed Axa Reş
434 Mihemed Axa Ebdullah Hisên
435 Mihemed Axa Mêrgesorî
436 Mihemed Ehmed
437 Mihemed Emîn Tahir Mehmûd
438 Mihemed Emîn Hesen Ebdullah
439 Mihemed Emîn Seîd Osman
440 Mihemed Emîn Şemsedîn Xalid
441 Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî
442 Mihemed Emîn Feqê Wesman
443 Mihemed Emîn Mîrxan
444 Mihemed Emîn Mîkaîl Salih
445 Meho Hesen Hemo Hesen Şeker
446 Muhyedîn Babazade
447 Murad Mîkaîl Hecî
448 Murad Axa Şêxo Ehmed
449 Mistefa Caderars
450 Mistefa Cangîr
451 Mistefa Derwêş Şêx Nêrgiz (Mistefa Nêrgiz)
452 Mistefa Reşîd Sofî (Mistefa Reşo)
453 Mistefa Salih
455 Mistefa Şerîf Mistefa
457 Mistefa Umer
458 Mistefa Ebdullah Feq Nebî
459 Mistefa Guhar
460 Mistefa Mihemed Babekir (Hecî Mehk)
462 Mistefa Melasihnî Hekîm
463 Mistefa Eyûb Çîço
464 Mifredî Xano
465 Melhem Îbrahîm Xan
466 Mecîd Hecî Teha
467 Mecîd Mîkaîl Bijiyanî
468 Mecîd Avdel Nebî
469 Mehmûd Şivan Axa (Memo Şivan Axa)
470 Mehmûd Ebdulrehman
471 Mehmûd Ecem (Seyîd-Mehmûd Ecem)
472 Mehmûd Feq Ehmed
473 Mehmûd Wesman
474 Mercan Mihemed Kelêtî
475 Mesîh Ebdullah
476 Mel Sofî Hem
477 Mel Mihemedemîn Umer
480 Mela Elî Mela Ebdulrehman
481 Mela Goj Xidir
483 Mela Yûnis Mistefa Umer
484 Mela Reş Ehmed
485 Melasihnî Qurtas
486 Melak Ebdullah Silêman
487 Melko Zêro
488 Melko Ebas Mihemedemîn
489 Melo Pîro Ehmed
490 Melo Çawşîn Hecî Melo
491 Melo Hesen Melo
492 Meloy Qurtas Seîd
493 Muradaxa Şêxo
494 Musa Beg Oxiz Beg
495 Musa Naxweş Mihemed
496 Mîran Mîrxan
497 Mîrhac Ehmed
498 Mîrxan Memend Taceldîn
499 Mîrxan Nebî Wesman
500 Mîrza Ebdulla Mîrxan
501 Mîrzaaxa Reşo
502 Mîro Çîço Çawşîn (Mîro Coç)
503 Mîro Heyder
504 Mîro Mihemed Îsmaîl
505 Mîro Mehmud Şerwînî
506 Mîro Mîralî Selîm
507 Mîkaîl Mihemed Cebraîl
508 Mela Ehmed Mela (Mela Reş)
509 Naxweş Huseyn
510 Naxweş Hedo Qurtas
511 Nebî Hesen Ebdulla (Nebî Serasin)
512 Nebî Yasîn (Mela Nebî)
513 Neman Ebdulrehman
514 Hemîre Qasim
516 Weysî Elî Hedo
517 Yasîn Hesen Taceldîn
518 Yasîn Reşîd Faris (Yasîn Reş)
519 Yasîn Mîkaîl Umer
520 Ezîz Teha Spîndarî
521 Reşîd Ezîz Ergoşî





